Çavuşoglu: Civîna 4 alî îro li Moskowê destpê dike

03-04-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku îro civîna cîgirên wezîrên derve yên 4 welatan Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê li Moskowê destpê dike.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li New Yorkê beşdarî Rûniştina Taybet a Roja Bermayiya Sifir a Navdewletî li Neteweyên Yekbûyî bû.

Çavuşoglu ji bo ajansa fermî ya Tirkiyê axivî û got, civîna 4 alî ya cîgirên wezîrên derve yên Tirkiye, Sûriye, Rûsya û Îranê îro Duşemê 3ê Nîsana 2023an li Moskowê destpê dike û dê sibê 4ê Nîsanê jî berdewam be.

Çavuşoglu dibêje: “Wek hûn dizanin bi navbeynkariya Rûsyayê ligel Sûriyê pêvajoyekê destpê kiriye. Piştre Îran jî beşdar bû. Dema borî li Misrê me paşxistina civînê ragihandibû. Niha dîroka wê civînê zelal bû. Ew civîn di navbera 3 û 4ê Nîsana 2023an li Moskowê çêdibe.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst