Dêrê meha Remezanê li misilmanan pîroz kir

03-04-2022
RÛDAW
Nîşan Dêra Ortadoks a Rûm Ayia Efimia Meha Remezanê Misilman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dêra Ortadoks a Rûm Ayia Efimia ya li Kadikoyê, meha Remezanê li misilmanan pîroz kir.

Dêra Ortodoks a Rûm Ayia Efimia bi ekrana dîjîtal a li ser deriyê sereke bi sernavê 'Bi xêr hatî Remezan', 'Remezan pîroz be' bixêrhatina meha Remezanê kir.

Wêneyê ku nivîsa li ser deriyê dêrê, di medyaya civakî de jî gelek caran hate parvekirin.

Erdem Bulanik ê li heman kolanê xwedî dukanekê ye anî ziman ku, "Ev yek bi rastî jî helwesteke erênî ye. Mirov bi rastî dixwaze ku çandên cuda bi hev re bijîn û xwedî rêz û toleransê bin. Ez dikarim bêjim ku em ji vê yekê razî ne. Îsal hesasiyeteke cuda heye. Ev hesasiyet di sersalê de û di rojên din de jî zêde bûye. Xuya ye hem li civaka Tirkiyê hem jî li civakên din hurmet, têgihiştin û nêzîkatiya li hemberî hev, di nav me de zêde bûye."

Welatiyê bi navê Orkun ê ji bo ayîna Yekşemê hatibû jî nexwest paşnavê xwe bêje got, "Nivîseke bi rêz e. Xwezî mirovên ku olên din jî cejnên olên din bi vî rengî pîroz bikirana. Divê em bi vî rengî rêzê nîşanî hev bidin. Bi nivîsekê meriv ji wê olê nabe lê ev rêzgirtin e."

Magui Sukhitashvili jî bal kişand ser girîngiya rêzgirtina navbera baweriyan û got, “rewşeke normal e. Em xirîstiyan in, ew misilman. Îbadeta me ya wek rojiyê heye, ji ber vê yekê ez normal dibînim. Ev rewşeke baş e, çima na? Baş e ku mirov di van rewşan de rêzê li hev bigire.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst