DFG: Bo 13 rojnamevanan 32 sal cezayê girtîgehê hat dayîn

03-04-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê (DFG) ragihand ku di Adara 2022ê de bo 13 rojnamevanan 32 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn û 4 jî ketine ber êrîşê.

Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê, raporta Adara 2022ê ya binpêkirinên dijî rojnamevanan eşkere kir. Li gor raportê di meha Adarê de 6 rojnamevan hatine desteserkirin, 4 rojnamevan rûbirûyê helwesta xirab û êrîşê bûne û bo 13 rojnamevanan jî bi giştî 32 sal cezayê girtîgehê hatiye dayîn.

Di raportê de amaje bi wê yekê tê kirin ku derbarê jiyan û ewlekariya rojnamevanan de binpêkirinên cidî hene û karkirina wan tê astengkirin. Herwiha li gor raportê di meha Adarê de 6 malper ji ber nûçeyên belav kirine hatine astengkirin û heta 2 Nîsana 2022ê hejmara rojnamevanên girtî wek 63 kes hatiye diyar kirin.

Koalîsyona Jinan a Rojnamevaniyê (CFWIJ) ragihandibû ku di meha Adara îsal de li Tirkiyê herî kêm 10 ronamevanên jin rûbirûyê tûndûtîjî, gefxwarin û destdirêjiyê bûne û 9 jin jî ji ber karûbarên xwe yên rojnamevaniyê hatine darizandin. 

Di raporê de hatiye diyarkirin ku 2 rojnamevanên jin di dema şopandina şerê Rûsya û Ukraynayê de hatine kuştin û 11 jî derketine pêş dadwer. 

Li gor raporê di Adara 2022ê de li cîhanê herî kêm 33 rojnamevanên jin ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê rûbirûyê tûndûtîjî, gefxwarin û destdirêjiyê bûne ku 10 ji wan li Tirkiyê bûne.   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst