HDPê li ser navê 15 parlamenterên xwe xet kişand!

Hewlêr (Rûdaw) –15 parlamenterên HDPê cardin nikarin bibin nanmzedê/a hilbijartinên Parlamentoya Tikriyê.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, îro danê sibê bi komek parlamenterên partiya xwe re yek bi yek rûnişt.

Li gorî nûçeya malpera Al Jazeera Turk, Demîrtaş bi wan parlamenterên ku pê re rûniştibû, gotiye ku ew êdî nabin namzedê/a parlamentoyê.

Parlamenterên ku Demîrtaş îro bi wan re rûniştibû, ev in: Parlamenterê Amedê Altan Tan, parlamenterên Colemêrgê Esat Canan û Adil Zozanî, Parlamentera Qersê Mulkiye Bîrtane, Parlamenterê Agirî Xelî Aksoy, Parlamenterê Wanê Nazmî Gur û Parlamenterê Bitlîsê Husamedîn Zederlîoglu.

HDP her wiha wan parlamenterên ku du caran bûne namzedên hilbijartinan êdî tevlî lîsteya hilbijartinan nake. Li gorî vê pîvanê, Aysel Tugluk, Emîne Ayna, Ayla Akat, Bengî Yildiz, Sebahet Tuncel, Îbrahîm Bînîcî, Hasîp Kaplan û Ozdal Ûçer êdî nabin namzed.

Tenê Hevserokê HDPê Demîrtaş û Parlamentera Îdirê û endama şanda Îmraliyê Pervîn Bûldan dê ji vê bendê bifilitin.Di Parlamentoya Tirkiyê de 29 parlamenterên HDPê hene.