Li Tirkiyeyê par 11 hezar û 177 zarok hatin zewicandin

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Zewac Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera CHPyê Gamze Akkuş Îlgediyê ragihand li Tirkiyeyê par 11 hezar û 177 zarok hatine zewicandin.

Li Tirkiyeyê eger temenê kesekî/ê negihiştibe 18 saliyê wekî zarok tê hesebandin û zewicandina wan a di bin wî temenî de dibe sedema karvedanan.

Parlamentera CHPyê Gamze Akkuş Îlgezdiyê îro derbarê zewicandina zarokan daxuyaniyek belav kir û hinek amar eşkere kirin.

"16-17 salî bûn"

Gemze Îlgezdiyê ragihand ku sala borî li Tirkiyeyê bi giştî 11 hezar û 177 zarok hatine zewicandin û got:

“10 hezar û 471 ji wan keç bûn û 706 jî zarokên kur bûn ku 16-17 salî bûn.”

Gamze Akkuş Îlgezdiyê da zanîn ku ew kesên zarokên keç li gel wan hatine zewicandin, 168 ji wan pêştir zewicîne û jihevjînên xwe cuda bûne.

Herwiha 4an ji wan hevjînên xwe yên berê kuştine.

Parlamentera CHPyê herwiha da zanîn ku derdora 600 zarokên keç jî li gel kesên 30 salî heta 45 salî hatine zewicandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst