Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê bi dawî bû

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê ku 3 rojan berdewam kir, îro bi dawî bû.

Axaftina girtina forumê ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ve hat kirin.

Fidan îro piştî bidawîbûna sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê civîneke çapemeniyê saz kir.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan amaje bi wê yekê da ku di forumê de bi beşdariya hejmarek kesan danûstandineke ramanî hatiye kirin û wan kesan jî dilxweşiya xwe aniye ziman ku sûd ji civînê wergirtiye.

Li gorî amarên ku Fîdan belav kirine, îsal ji 148 welatan 4 hezar û 700 kes beşdar bûne.

Ji wan 19 serokên dewlet û hikûmet, 2 serokên Rêveberiya Taybet û 52 Wezîrên Karên Derve bûne.

Sêyemîn Foruma Dîplomasiyê ya Antalyayê 1ê Adarê dest pê kir û sê rojan berdewam kir.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê serpereştiya forumê dikir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bi awayekî fermî ji bo forumê hat vexwendin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di forumê de bi serkirde û wezîrên welatan re beşdarî civînan bû.

Di civînên Barzanî de pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê yên bi van welatan re, rewşa Îraqê û rûdanên herêmê hatin gotûbêjkirin.

Di forumê de mijarên wekî “nehiştina tundî û terorê, penaberî, Îslamîfobiya, metirsiyên hişê çêkirî yên ku nayên dîtin, guherîna avhewayê, karesatên xwezayî, vîrûs û qeyranên aborî” hatin nîqaşkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst