HDPê piştî vekişîna ÎYÎ Partiyê ji Hevpeymaniya Millet biryara civîna awarte da

03-03-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Meral Akşener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî vekişîna ÎYÎ Partiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) biryara civîneke awarte da. Hevserokê Berê yê wê partiyê Sezaî Temellî piştî daxuyaniya  vekişîna Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener got, “Rengê faşîzmê biguhere jî zîhniyeta wê naguhere. Jiyana şaş çawa rast bê jiyankirin. Maseya şaş dê çawa siyaseta rast bike.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener roja Înê 3ê Adara 2023an di daxuyaniyeke çapemeniyê de vekişîna xwe ji maseya 6 partiyan ragihand ku ev zêdeyî salekê bû ji bo hilbijartinên bê yên Tirkiyê di nav hevahengiyê de bûn.

Vekişîna ÎYÎ Partiyê ji Hevpeymaniya Millet weke topekê di siyasete Tirkiyê de dengveda û aliyên siyasî û siyasetmedarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yek li pey yekê li ser hesabên xwe yên medyaya civakî derbarê mijarê de daxuyanî dan.

Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku partiya wî serkêşa Hevpeymaniya Millet bû got, “Mereq nekin her kevirek dê li cihê xwe rûne. Em li ser rêya xwe berdewam dikin.”

Ecûmene Rêveberiya Navendî ya CHPê jî biryara civîna awarte da.

HDPê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku Encumena  Rêveberiya Navendî ya  partiyê dê roja Şemiyê 4ê Adara 2023an di demjimêr 14.00an de bi awayekî awarte bicive û rewşa dawî ya siyasî gotûbêj bike.

Hevserokê berê yê HDPê Sezaî Temellî piştî vekişîna ÎYÎ Partiyê ji Tifaqa Millet  wêneyê Meral Akşener û Mehmet Agar peyamek belav kir û got, “Rengê faşîzmê biguhere jî zîhniyeta wê naguhere. Jiyana şaş çawa rast bê jiyankirin. Maseya şaş dê çawa siyaseta rast bike.”

Serokê Şanaziyê yê HDPê Ertugrul Kurkçu jî li ser heman mijarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: “Akşener xwe bo CHPê û opozîsyonê weke qeyum ragihand.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener di daxuyaniya partiya xwe ya vekişîna ji Maseya Şeş Partî got, “Me  ji bo milletê xwe înad kir. Em rûbirûyî sivkatiyê bûn lê me li berxwe da. Bêbextî li me hat kirin lê em rûbirû bûn. Em hatin lînckirin, lê em hilneweşiyan. Bêyî ku em aciz bibin û dest jê berdin em bi berdewamî axivîn, me nêrîna xwe got û bi wan da guhdarkirin. Lê mixabin nebû. Ez bi xemginî dibêjim ku di rewşa dawî ya ku em hatinê de ji duh û şûnde maseya 6 partiyan, şiyana xwe ya nîşandana îradeya millet ji dest daye. Ev maseya ku em ji bo berjewendiya hevbeş a miletê xwe bi niyetek baş  li ser rûniştibûn, êdî ji platformekî wiha derketiye ku berbijêrê hevbeş li ser bê nîqaş kirin. Bûye maseyek noterê ku   hemû alternatîfan dixe lîsteya reş  û ji bo pesendkirina yek berbijêr kar dike.”

Akşener her wiha anî ziman, “Di pêvajoya salek borî de ji bo ku li welatê me demokrasî ji nû ve bê avakirin, me gelek îmzeyên girîng avêtin. Ji ber wê jî çi dibe bila bibe em li pişt wan îmzeyên xwe û wam sozan in  ku me dane miletê xwe. Lê em  ne li ser maseyeke qumarê,  ne jî li ser maseyeke noterê cih nagirin. Em îradeya 85 milyonan radestî yek îradeyê nakin û naxin metirsiyê. Em bi awayek eşkere sedsala nû ya komara me tine nakin. Em hêviya qezenckirinê ya miletê xwe jinav nabin. Em hebûna milletê tirk û îradeya wê nahêlin bo gotina ji devê 2 kesan derdikeve. Em welatê xwe radestî sîstemek ucube nakin  ku tenê krîzan diafirîne.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Meral Akşener bang li Serokên Şaredariyên Stenbol û Enqerê Mansur Yavaş û Ekrem Îmamoglu kir ku di pêvajoya berbijêriya serokkomariyê de berpirsiyariyê werbigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst