Gergerlioglu: Rêjeya enflasyonê ne kêmî %123 ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu îdîa kir ku li Tirkiyê rêjeya enflasyonê ne kêmî %123 ye û amarên TUIKê ragihandine ne rast in.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlioglu li Parlamentoya Tirkiyê civînek saz kir û derbarê rojevê de axivî.

Gergerlioglu amaje bi wê yekê da ku amarên enflasyonê yên TUIKê ragihandine ne rast in û li Tirkiyê rêjeya enflasyonê ne kêmî %123an e. Gergerlioglu got: “Dibêjin aboriya Tirkiyê sala 2021ê ji %11 mezin bûye. Bavên peran mezin dibin, karsaz mezin dibin. Lê hejar her diçe hejartir dibin. Encam tê eşkere kirin dibêjin %9 û %11 me aborî mezin kiriye. Kî mezin dibe?”

Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) îro Pêncşembê 3ê Adarê rêjeya enflasyona Sibata 2022ê eşkere kir. Li gor amarên TUIKê rêjeya enflasyonê di Sibatê de %4.81 û li gor salê jî %54.44 zêde bûye.

Lê Grûpa Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) berovajiya TUIKê ragihand ku rêjeya enflasyona meha Sibatê %5.44 e û ya salane jî %123.80 e.