Akşener: Kî piştrast e ku Qers, Erzerom û Erdexan ne di xeyala Putin de ne?

03-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener rexneyan li hikûmeta welatê xwe digire û dibêje, Tirkiye li navçeyê take welat e ku ji wê rewşa Rûsyayê razî be.

Seroka ÎYÎ Partî Meral Akşener roja Çarşembê 2ê Adara 2022ê li Parlamentoya Tirkiyê di civîna fraksyona partiya xwe de gotarek pêşkêş kir û behsa êrîşa Rûsyayê bo ser Ukraynayê kir û got: “Divê ji wê zêdetir rê bo Rûsyayê neyê dayîn.”

Akşener amaje bi wê yekê da ku ji ber helwêsta “êrîşker” a Rûsyayê, Tirkiye ne parastî ye û behsa metirsiya li ser çend parêzgehên Bakurê Kurdistanê di siberojê de kir û pirsî, kî bi piştrastî dikare bibêje ku Qers, Erzerom û Erdexan ne di xeyala Putin de ne?

Seroka Îyî Partiyê got, “Di demekê de ku ev rewşa Rûsyayê li ber çav e, kî dikare îdîa bike ku Tirkiye parastî ye? Kî bi piştrastî dikare bibêje ku parçeyên kêm ên Rûsyayê di mêjiyê Putin de, ne Qers, Erzerom û Erdexan in? Îro hemû dewletên serbixwe yên navçeya me, vê pirsyarê bo welatên xwe dikin, hemû ji ber Rûsyaya di bin desthilata Putin de, hest bi wê yekê dikin ku asayîşa wan di metirsiyê de ye. Yê hest bi vê yekê neke û ji vê rewşa Rûsyayê razî ye, tenê yek welat e li navçeyê, mixabin ew jî Tirkiye ye.”

Artêşa Rûsyayê ji 24ê Sibatê ve bi biryara serokê wî welatî Vladimir Putin êrîşeke mezin bo ser Ukraynayê destpê kiriye û ew êrîş îro derbasî roja xwe ya heştemîn bû. Herwiha Artêşa Rûsyayê ji 3 aliyên bakur, rojhilat û başûr ve êrîşî Ukraynayê kiriye û di 8 rojên êrîşê de, hêzên Rûsyayê bajarê Kherson û hejmarek bajar û bajarokên Ukraynayê kontrol kirine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst