Hewlêr (Rûdaw) - Omer Faruk Gergerlîoglu ragihand ku di girtîgehên Tirkiyeyê de cihê 299 hezar girtiyan heye lê hejmara girtiyan nêzîkî 400 hezarî ye.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku dê biçe Girtîgeha Sîncanê.
Gergerlîoglu diyar kir ku li Girtîgeha Sîncanê mafên girtiyan tên binpêkirin û mafê berdana bişert û berdana bikontrol ê girtiyan nayê bicîhkirin.
"Em gelek miameleyên xirab dibihîzin"
Gergerlîoglu got, “Li Girtîgeha Sîncanê em li dijî girtiyan gelek miameleyên xirab dibihîzin.
Ez ji ber wê hatim vê derê û ez dê li gel girtiyan û îdareya girtîgehê hevdîtinan bikim. Ez dê piştî hevdîtinan zanyariyan bidim we."
"Kapasîte 299 hezar e lê 400 hezar girtî hene"
Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglu wiha pê de çû:
“Ez dê herim serdana Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Jinan a Sîncanê. Ez dê ji ber çi herim?
Ji ber ku li girtîgehan gelek pirsgirêk hene. Ji hedê xwe zêdetir girtî di girtîgehan de ne.
Şiyana girtîgehan 299 hezar e lê nêzîkî 400 hezar girtîyî di girtîgehan de hene.
Nêzîkî 100 hezarî girtiyên zêdeyî kapasiteyê hene û em dibînin li vê derê pirsgirêkên mezin hene."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse