Kabîneya Tirkiyeyê îro dicive: Rojev çi ye?

Civîna kabîneya Tirkiyeyê /Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan dicive.

Hikûmeta Tirkiyeyê, îro demjimêr 16:00 bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Enqereyê dicive.

Di civîna kabîneyê de mijara serekî agirê li otela Boluyê ye ku 78 kesan tê de miribûn. 

Her wiha mijarên aborî û bipêşketinên dawî yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê û operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê jî di rojeva kabîneyê de ne.

Erdogan dê piştî civîna kabîneyê civîneke çapemeniyê saz bike û biryarên kabîneyê ji raya giştî re ragihîne.