Li hemberî AK Partî û MHPyê mixalefeteke berbelav heye

03-02-2024
RÛDAW
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara îsal di rojevê de ne
Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara îsal di rojevê de ne
Nîşan Hilbijartinên Şaredariyan Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Her ku diçe hilbijartinên şaredariyan ên 31 Adarê nêzîk dibin û mixalefet jî li hemberî tifaqa AK Partî û MHPyê berbelav dibe.

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara îsal di rojevê de ne.

Li aliyekê jî hevdîtinên partiyan ên ji bo tifaqê berdewam in.

AK Partî û MHP jî di nav Hevpeymaniya Cumhurê de ne û hewl didin berfirehtir bibin.

Lê belê Hevpeymaniya Millet ku mixalefetê pêk anî bû, berbelav bûye û heta niha hevpeymaniyeke bihêz çênekiriye.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo nasandina berbijêrên Hevpeymaniya Cumhurê çû parêzgeha Bursayê.

AK Partiyê di hilbijartinên borî de, li Bursayê bi zêdebûna ji sedî 3yê dengan şaredariyê bi dest xistiye.

Erdogan di merasîma nasandina berbijêran de axivî û got:

“Wan beriya heşt mehan behs dikirin ku dê bi hev re Tirkiyeyê bi rê ve bibin. Îro tiştek nemaye ji hev re nebêjin.

Ew kesê wek berbijêrê Serokkomariyê gotin ji gel re hêvî ye, wan di derfeta yekem de bi zorê ji siyasetê xanenişîn kir.”

ÎYÎ Partiyê ku ji hevpeymaniya mixaleftê derketiye, bi tundî êrişî CHPyê dike lewra CHP, wekî pêwîst bersivê nade.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di daxuyaniyekê de got:

“Hinek komployê li me dikin. Em dibînin lê em pê re mijûl nabin. Rêya me li hemberî komployan avakirina hevpeymaniya Tirkiyeyê ye. Hevpeymaniya mala bavê Ataturk e.”

Egera hevpeymaniyê di navbera CHP û DEM Partiyê de heye lê hin jî encamek nehatiye bidestxistin.

AK Partî û MHP di vê mijarê de wekî her carî rexneyên tund li CHP û DEM Partiyê digire.

Berdevkê CHPyê Deniz Yucel jî got:

“Eger hevpeymaniyek bi partiyeke siyasî re bê kirin jixwe dê ji raya giştî re bê ragihandin.

Daxuyaniyên berpirs û wezîrên AK Partiyê ku bi hev re nakok in, dê xelkê razî neke. Ji ber gotinên pişt deriyên girtî ne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst