Keçeke Kurd a Kerkûkî li Manîsayê hate revandin

03-02-2023
RÛDAW
Keçeke Kurd a Kerkûkî li Manîsayê hate revandin
Keçeke Kurd a Kerkûkî li Manîsayê hate revandin
Nîşan Manîsa Kerkûk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Manîsayê yê Tirkiyê rûniştina darizandina kesên ku keçeke Kurd a ji Kerkûk a Başûrê Kurdistanê birêve çû ku di meha Tebaxê de li Konyayê ji aliyê grûpeke Sûrî ji bo pereyan hatibû revandin.

Yekemîn rûniştina dozê îro Înê 3yê Sibata 2023an di demjimêr 14:00an de li Dadgeha Manîsayê dest pê kir.

Bûyer 16ê Tebaxa 2022an di demjimêr 17:00an de li taxa Şemsî Tebrîz a navçeya Karatayê ya Konyayê qewimî.

Jineke Sûrî ya ku bi grûpekê re dixebite, bi hinceta ku kola jê re bikire Arîna Fetah revand û ji bo berdana wê 300 hezar TL ji malbata wê xwest.

Arîna Fetah dema hat revandin sê sal û nîv bû. Ew û xwişka xwe Lenya ku di dema bûyerê de 11 salî bû, ji bo danûstandinê derketine derve.

Jineke Sûrî ya ku bi dolbendeke rûyê xwe pêçabû li ber deriyê avahiya wan rûniştiye. Gazî Lanyayê dike û 10 lîreyan dide wê, dibêje, “Here ji dikanê kolayekê bikire, xwişka xwe bi min re bihêle, heta tu vegerî ez ê lê xwedî bikim.”

Lanya guh nade jinikê lê ew jin destê Arîna digire û ji xwişka wê Lenyayê re dibêje, “Tu here, ez û xwişka te em ê li pey te werin dikanê.”

Paşê Lenya pere digire û diçe dikanê, dema vedigere jin û xwişka xwe nabîne, diçe malê û dê û bavê xwe ji bûyerê agahdar dike.

Revandina Arînayê kêlî bi kêlî ji aliyê kamerayên çavdêriyê ve hat girtin. Rojek piştî bûyerê Arîna li bajarê Alaşehîr a Manîsayê hat dîtin û radestî malbata wê ya ku 12 sal in li Konyayê dijîn hat kirin.

Gumanbar 4 kesên Sûrî ne ku di berdêla berdana Arînayê de 300 hezar lîre ji malbatê dixwestin, li Manîsayê ji aliyê tîmên polîsan ve hatin girtin û bi biryara dadgehê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst