Enqere xwe ji hilbijartinan re amade dike: Berbijêrên CHP û AK Partiyê kî ne?

03-01-2024
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Enqere Hilbijartinên Herêmî
A+ A-

Enqere (Rûdaw) – Berbijêrên partiyên siyasî ji bo hilbijartinên heremî yên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê hêdî hêdî aşkere dibin.

Ji bo Enqereya paytexta Tirkiyeyê partiya Komarî ya Gel (CHP) biryar da ku şaredarê niha Mansur Yavaş wekî berbijêr destnîşan bike.

Li gorî pêşbiniyan AK Partî jî dê Şaredarê Keçîorenê Turgut Altinok wekî berbijêrê Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê destnîşan bike.

Enqere yek ji wan bajaran e ku rikeberiyeke zêde di navbera oposizyon û desthilatê de heye.

“Min karên Turgut Altinok ditîne”

Karsaz Mehmet Kaya got:

“Berê ez li navçeya Keçîorenê bûm, min karên Turgut Altinok ditîne, ji ber nêrîna wî û fikra wî û karên ez wî nêzîkî xwe dibînim.”

Welatiyê malnişîn Sedat Yildirim jî anî ziman:

“Li Enqereyê bila serokê niha berdewam be, ji ber ku serkeftî ye, di navbera xelkê de ferqê nake, ji bo dengdêrên AK Partiyê jî, yên CHPyê kar dike. Loma ez dibêjim bila serokê niha bimîne.”

Di hilbijartinên borî yên şaredariyê de berbijêrê CHPyê Mansur Yavaş bi piştigiriya bereya oposîzyonê ji sedî 50,93yê dengan bi dest xistibû. Berbijêrê AK Partiyê jî bi piştgiriya MHPtê ji sedî 47,12yê dengan wergirtibû.

Berî hilbijartinên heremî beşeke zêde ya xelkê Enqereyê naxwazin serokê şaredariyê biguhere û ew piştgirya berbijêrê CHPyê dikin.

“Giringiyê dide edaletê”

Mamosteyê malnişîn Tevfîk Uzunyayla jî got:

“Mansur Yavaş kesekî mutewazî û têgihiştî ye. Ji ber ku hiqûqnas e giringiyê dide edaletê. Loma ez dibêjim pêwîst e Serok Mansur berdewam be.

Xwendekarê bi navê Nedîm Dere anî ziman:

“Ez dibêjim Mansur Yavaş bila wekî serokê şaredariyê bimîne. Ji ber ku karekî baş dike em wekî xwendekar ji alikariyên wî razî ne.”

Li Enqereyê bi giştî 4 milyon û 286 hezar 19 dengdêr hene, di hilbijartinên herî dawî yên şaredariyê de ji sedî 85,67ê xelkê Enqereyê çûbû ser sindoqan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst