Doza êrîşa li dijî malbata Dedeogullarî hat hilweşandin

Hewlêr (Rûdaw) – Doza êrîşa nîjadperestî ya 12ê Gulana 2021an a li dijî malbata Kurd a Dedeogullarî ya li Konyayê, ji aliyê dadgeha îstînafê ve hat hilweşandin.

Parêzerê malbata Dedeogullarî, Abdurrahman Karabulut li ser hesabê xwe yê Twitterê biryara dadgeha îstînafê eşkere kir.

Abdurrahman Karabulut, diyar kir ku sedema hilweşandina doza ji ber şêwa û bingeha wê bûye û got ku her çend tawan bi beşdariyê hatibe kirin jî, ji ber ku di vî warî de ti biryar nehat dayîn, ji aliyê dadgeha îstînafê ev biryar hat dayîn.

Parêzerê Malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut dibêje: “Dadgeha îstînafê biryara derbarê êrişa 12yê Gulanê ya li dijî malbata Dedeogullarî de hilweşand. Herçiqas sê hincet ji ber şêweya wê be, yek jî li ser esasê wê yekê ye ku her çend hemû bergumanan beşdariyê sûc kirine jî, yasayên beşdarbûnê nehatine sepandin, ango cezayê wan kêm hatiye dayîn.”

Di 12ê Gulana 2021an de nêzîkî 60 endamên malbatên Keleş û Çalik li navçeya Meram a Konyayê li dijî malbata Dedeogûllari êrişeke nîjadperest pêk anîbûn û endamên malbatê bi tundî birîndarkiribûn û gefên nijadperestî li dijî wan xwaribûn.

Piştî êrîşa 12ê Gulana 2021ê, kujerê bi navê Mehmet Altun roja 30 Tîrmeha 2021an li navçeya Meramê ya Konyayê li mala wan êrişî malbata Dedeogullari kiribû ku ji Qers a Bakurê Kurdistanê bûn û 7 endamên malbatê kuştibûn û agir berdabû xaniyê wan.

Doza êrîşa nijadperestî ya 12ê Gulana 2021ê û doza kuştina 7 endamên malbatê, wek du dozên cuda hatibû birêvebirin û daxwaza parêzeran a yekkirina dozan ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin.

Di dozê de 13 kesên ku bi tohmeta destê wan di komkujiya malbata Kurd de hebûye hatibûn desteserkirin, lê 12 hatine azadkirin û tenê kujer Mehmet Altun hatibû girtin.