Demirtaş: Divê opozîsyon li ser berbijêrekî li hev bike

03-01-2023
RÛDAW
Nîşan Selahattin Demirtaş Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê û siyasetvanê Kurd Selahattin Demirtaş tekez dike ku “Divê partiyên opozîsyonê bên ba hev û berbijêrekî hevbeş nîşan bidin.”

Siyasetvanê Kurd Selahattin Demirtaş, derbarê hilbijartinên 2023an de ji rojnameya T24 re nivîsek nivîsand. Demirtaş di wê nivîsa xwe de dibêje, desthilat ji bo ku hêza xwe ji dest nede, dê her tiştî bike û divê opozîsyon hişyar be.

Demirtaş dibêje: “27 partî beşdarî hilbijartinan dibin. 5 ji bloka desthilatê ne û 22 opozîsyon in. Eger 22 partiyên opozîsyonê nebin jî, gelo piraniya wan dikarin ji bo berbijêrekî hevbeş li ser 10 xalên demokrasiyê lihev bikin? Eger vê nekin dê karesat be. Tifaq ji bo bidestxistina parlamenterên zêde dikarin di nav xwe de lîsteyên hevbeş çêbikin? Eger vê yekê nekin dê bikovan be.”

Di beşeke din a nivîsa xwe de Demirtaş diyar kiriye: “Ez nabêjim pêwîst nake, dê kesek bi sedan, hezaran rûpelên beyannameyên hilbijartinê naxwîne û guh nade daxuyaniyên bi demjimêran, lê tekez dê çav û guhê xelkê li opozîsyonê be. Eger bi spotên sade bê nîşandan ku dê li ser çi deng bê dayîn, kolan zindî bên girtin û tevgera hevbeş û parastina sindoqan, dê opozîsyon tekez biser bikeve. Desthilat çi bike, bila bike, çi sextekariyan bike bila bike, xelkê biryara xwe daye.”

Hevserokê berê yê HDPê behsa erka opozîsyonê di qonaxa niha de dike û dibêje, “Tişta dikeve ser milê opozîsyonê ew e; vê biryara xelkê bi hevbeşî veguherîne hêza guhertinê. Opozîsyona ku nikaribe vê yekê bike, dê di bin gunehekî dîrokî de be. Ji bo veguherîna hêza dengderan ku hema bêje %70 ye bo serkeftinê pêwîstî bi mûcîzeyekî nîne. Berovajî wendakirina opozîsyonê mûcîze ye.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst