Li Tirkiyê di mehekê de 88 kesan ji ber alkola sexte canê xwe ji dest dane

03-01-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji 1ê Kanûna 2021 heta 2ê Çileya 2022an bi giştî 88 kesan ji ber vexwarina alkola sexte canê xwe ji dest dane.

Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, Ahmet Duyarê berî 19 rojan ji ber vexwarina alkola sexte bo nexweşxaneyê hatibû veguhestin doh canê xwe ji dest da. Hejmara kesên bi alkola sexte canê xwe ji dest dan gehişte 88an.

Di meheke dawî de di rêjeya kesên canê xwe ji dest dane Stenbol bi 24 kesan di rêza yekem de ye. Herwiha li Mersînê 10, li Dîlokê 9, li Mereşê 5, li Antalyayê 4, li Sêwasê 4, li Tekirdagê 4, li Sakaryayê 3, li Erzînganê 3, li Konyayê 3, li Enqerê 2, li Kocaeliyê 2, li Orduyê 2, li Yalovayê 2, li Aksarayê 2, li Zonguldakê 2 û her yek ji bajarên Mugla, Semsûr, Eskişehir, Tokat, Giresun, Uşak û Aydinê jî kesekî canê xwe ji dest dane.

Li aliyekî din, operasyonên dijî çêkirina alkola sexte li parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam in. Herî dawî 30ê Kanûna 2021ê li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, di operasyona alkola sexte û maddeyên hişber de 29 kes hatibûn desteserkirin.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst