Xwendekarên Enstîtuya Kurdî li hemberî girtinê nerazibûn nîşan dan

03-01-2017
Mustafa Bayar
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê piştî hewla darbeyî, rewşa awarte hate ragihandin û pê re gelek sazî di çarçoveya biryarnameyên di hikmê yaseyî de hatin mohrkirin ku di nav de sazî û dezgehên kurdan gelekî zêde ne. Herî dawî jî Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê jî hate girtin.


Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê ji aliyê wezareta navxweyî ya Tirkiyê ve hate girtin. Girtina wê bû cihê nerazîbûnê. Yek ji damêznêrê wê Îbrahîm Gurbuz girtina Enstîtuyê wek qedexekirina zimanê kurdî nirxand û da zanîn ku divê êdî Tirkiye dev ji van kiryarên xwe berde.


Damêznerê Enstîtuyê Îbrahim Gurbuz ji Rûdawê re wiha got: “Enstîtuya Kurdî di sala 1992an de ji aliyê Musa Anter, Feqî Huseyn Sagniç, Evdirrehman Durre, Îsmaîl Beşîkçî, Cemşîd Bender, Yaşar Kaya, Celal Yole û min ve hat damezrandin. Wê demê Enstîtuya Kurdî qedexe nekirin. Heta niha 25 sal in Enstîtûya Kurdî li ser ziman, edebiyat û dîrokê xebatên xwe dimeşînin. Îro girtina wê gelekî xirabe."


Neviya Ebdirrehman Durre Evîn Durre jî got: "Ev dema niha rewş pir zehmet e. Lê em di wan zehmetiyên wisa de hatin, emê di vê zehmetiyên wisa de jî kar û barê xwe yên li ser zimanê Kurdî berdewam bikin."


Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê di wê deme de di nav wan şert û mercên dijwar de û bi kedeke mezin hate damezrandin ku rê li ber asîmîlasyona ziman û çanda Kurdî bigire. Ji wê demê heta niha bû zirxekî ji pola di parastina çand û ziman de û ji bilî Kurdan bi hezaran biyanî jî fêrî ziman û çanda Kurdan kir. Herwiha xwendekarên Enstîtuyê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî girtina saziya xwe dan.


Xwendekara Enstîtuyê ya bi navê Berfîn jî wiha axivî: “Navê min Berfîn e. Ez Kurda Anatolyaya Navîn im, ji bajarê Aksaray. Ji bo Zimanê Kurdî ez hatim Enstîtuya Kurdî. Kurdiya min bi rastî tunebû. Ez Kurdî li Enstîtuya Kurdî hîn bûm. "


Xwendekara Enstîtuyê Ece Guneş jî got: “Ez ji Enqerê me. Bavê min Kurd e, Dayika min Tirk e. Ez ji Kurmancî hez dikim û min şerm kir. Ez jî xwendekara vê Esntîtuyê bûm û min hewl dida ku ez fêrî Kurdî bibim. Piştî salan, êdî min dikarî bû digel bapîra xwe bi Kurdî biaxivim. Niha nîvco ma... Roja Sêşemê azmûna me hebû. Ez di asta duyem de bûm. Min dixwest ku ez azmûna xwe derbas bikim lê îro hatim û li vê mohrê rast hatim."


Xwendekarê Enstîtuyê yê biyanî Brandon Istenes jî wiha got: “Ez ji San Franciscoya Calaforniayê me. Min li vir xwendibû, ji bo 6 mehan. Vê sibehê telefon ji bo min vekirin û min bihistî ku Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê dibistana min, dibistana Kurdî hate girtin.”


Enstîtuya Kurdî bi 3 zaravayên Kurdî her yek ji wan Kurmancî, Zazakî û Soranî perwerde da û bi sedan kes jî kir mamoste. Herwiha bi sedan pirtûk û ferheng û xebatên akademîk jî li enstîtûyê kurdî hate meşandin û ew pirtûk û xebatên enstîtuyê di qadên fermî de jî hate bikaranîn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst