Aktorê tirk: Çima serokatî dibe çima ‘XWESERÎ’ nebe!
Navenda Nûçeyan – Aktorê sinemayê û şanogerê navdar ê tirk Metin Akpinar got, dibe ku mijara “rêveberiya xweser” were nîqaşkirin, lê îlankirina rêveberiya xweser a bilez ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) şaş e.
Aktorê navdar ê tirk Metin Akpinar pirsên rojnamevana Cumhuriyetê Ceren Çiplak ên derbarê rojevê de bersivand.
Metin Akpinar derbarê daxuyaniyên rêveberiya xweser ên HDPê de wiha got:
“Rêveberiya xweser ma tişteke şaş e? Na. Li vî welatî heger pergela serokatiya tê pêşniyarkirin û nîqaşkirin divê pergola rêveberiya xweser jî were pêşniyarkirin û nîqaşkirin di parlamentoyê de. Piştî nîqaşkirinê biryar dê were dayîn. Şaşiya HDPê jî ew e ku di serî de ragihand. HDPê dibêje; ‘Ez wiha dikim, eger tu bixwazî were û heger tu nexwazî neyê û heger tû neyê jî ez dê şerî li wir derbixim.’ Wiha çênabe. Ev helwest şaş e.”
Akpinar herwiha amaje kir ku rêya herî baş ev e ku vejandina pergela parlemeniyê ye û dibe ku sibe hin projeyên şerê di navbera kurd û tirkan de çêbibin.