Hadî Behre: Em dixwazin Efrînî vegerin bajarê xwe

3 demjimêr berê
Omer Sonmez
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre/Wêne: Rûdaw Grafîk
Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre/Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Hadî Behre Efrîn Heleb Şer
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê ji Rûdawê re ragihand ku armanceke operasyonên komên çekdar ên mixalefetê yên li Helebê ew e ku penaber vegerin malên xwe.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre li Stenbolê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Hadî Behre bersiv da pirsên nûçegihanê Rûdawê Omer Sonmez ên li ser şerê li Helebê û rewşa Kurdan.

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre ji Rûdawê re ragihand:

“Yek ji armancên sereke yên operasyonên leşkerî yên niha garantîkirina vegera hemû Sûriyeyiyan e ku di nava wan de Kurd ji Til Rifet, Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê û deverên din jî hene.”

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre got:

“Ez dixwazim xelkê Şamê vegere Şamê, xelkê gundên Şamê vegerin gundên Şamê, xelkê Efrînê jî vegerin Efrînê.”

Piştî ku sala 2018an Efrîn ji aliyê komên çekdar ên mixalefeta Sûriyeyê ku Tirkiye piştgiriya wan dike hat dagirkirin hejmareke zêde ya Kurdan koçber bûn û Erebên Helebê jî li Efrînê hatin bicihkirin.

Behre li ser vegera Erebên hawirde yên li Efrînê anî ziman:

“Ev ne cihêkarî ye. Eger kesek niha li Efrînê dijî û mafê kesî bin pê nekiribe û axa kesî dagir nekiribe û bixwaze li Efrînê bijî ev mafê wî ye.”

Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre diyar kir ku ew piştgiriya vegera xwebexş a penaberan dikin lê “em naxwazin heta parastina leşkerî were garantîkirin ew vegerin.”

Hevpeyvîna Rûdawê ya Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya mixalefeta Sûriyeyê Hadî Behre.

Rûdaw: ENKS dixwaze koçberên Efrînî ji Şehbayê vegerin Efrînê, gelo hûn dê rê bidin?

Hadî Behre: Yek ji armancên sereke yên operasyonên leşkerî yên niha garantîkirina vegera hemû Sûriyeyiyan e ku di nava wan de Kurd ji Til Rifet, Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê û deverên din jî hene. Ez dixwazim xelkê Şamê vegere Şamê, xelkê gundên Şamê vegere gundên Şamê, xelkê Efrînê jî vegere Efrînê. Ev ne cihêkarî ye. Eger kesek niha li Efrînê dijî û mafê kesî bin pê nekiribe û axa kesî dagir nekiribe û bixwaze li Efrînê bijî ev mafê wî ye. Heger kesek bi penaberekê re zewicî û biryar da ku bi hevjîna xwe re biçe Şamê, yan Hemayê yan jî Humsê asayî ye. Axa Sûriyeyê ya hemû Sûriyeyiyan e lê em piştgiriya mafê vegera xwebexş, ewle û bi rûmet a penaberan dikin û ev yek ji armancên vê operasyonê ye. Ji wan nayê xwestin ku vegerin heta ku parastina leşkerî neyê garantîkirin, divê herêm aram be. Em nikarin rê bidin ku xelk vegere û di rê de rûbirûyê metirsiyan bibin.

Rûdaw: Heyeta Tehrîr El Şamê Heleb kontrola kiriye, hûn amade ne ku bi wan re bajêr bi rê ve bibin?

Hadî Behre: Ev şoreş ji bo vegerandina mafên me yên yasayî, destûrî û mirovî, ji bo edalet, azadî û demokrasiyê, ji bo gelê Sûriyeyê serkirdayetiya xwe ya siyasî bi hilbijartinên demokratîk û adil diyar bike û ji bo ku ev serkirdayetî berpirsyar be hat destpêkirin. Sûriye niha di rewşeke nexwezayî re derbas dibe. Heta ku lihevkirineke siyasî ji bo heyama veguhêz hebe jî, divê kar ji bo afirandina jîngeheke aştiyane ku tê de hilbijartinên azad û dadmend bên kirin û gelê Sûriyeyê karibe serkirdayetiya xwe diyar bike bê kirin. Ne ez û ne jî rêxistineke din a siyasî dê diyar bike ka dê di paşerojê de kî gelê Sûriyeyê bi rê ve bibe. Gelê Sûriyeyê xwedî biryar e, ji ber vê yekê em pabendî prensîpên ku di nava şoreşê de ne ku dibêjin wan alaya şoreşê bilind kiriye û bi navê şoreşê diaxivin, çi li Helebê û li her cihekî din, dê bi van pîvanan tevbigerin. Hemû kesên ku li gorî van pîvanan tevdigerin, hemû gel bi wî re ne. Me ji bo wê yekê şoreş nekir ku sîstemeke dîktatorî biguhere sîstemeke din a dîktatoriyê. Em hemû bi hev re ne, tevî wan birayên me yên ku niha li Helebê ne, çi di nava Artêşa Neteweyî de bin, çi jî hu komên din ên li dijî zilmê serî hildane bin, wê zilmê li kesên din nekin. Bersiv ew e, dê ew ên gel destnîşan dike Sûriyeya paşerojê bi rê ve bibin.

Rûdaw: Ji bo parastina sivîlên Kurd ên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê û dubarenekirina ezmûna Efrînê çi tedbîrên we hene?

Hadî Behre: Bê guman, divê xeletiyên berê yên ku di çend salên borî de ji destpêka şoreşê ve qewimîn, dubare nebin. Vê carê îradeyeke mezin heye ku şaşiyên berê li Helebê dubare nebin. Divê li hemberî welatiyekî Sûriyeyê jî ti xeletî neyên kirin. Ne tenê bira û xizmên yên Kurd ku hûn jî li ser ser û çavên me ne. Ji ber vê yekê divê li hemberî Sûriyeyiyan û bi taybetî gelê Helebê ti xeletî neyên kirin. Hûn dizanin, civaka Helebê civakeke tevlîhev e ku ji ol, etnîsîte û neteweyên cuda ye û hemû reng tê de hene. Em bi tundî tekez dikin li ser pabendbûna xwe ya tam bi mafên mirovan û divê taybetmendiyên kesane yên gelên herêmê li ber çavan werin girtin. Em pabendê parastina canê welatiyan û mal û milkên giştî ne. Niha em ji nêzîk ve çavdêriya pabendbûna hêzan a li meydanê dikin ku bibînin ka ew çi qasî pabend in û heta çi astê ew bi cih anîne. Em girîngiyê didin rizaya gel. Derbarê xeletî û kêmasiyan de, ez bi rastî dixwazim bibêjim ku heta niha ti gazinên mezin li Helebê negihîştine me. Em pir rast in û pir bi israr in ku divê rêzeke mezin li her kesî were girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst