Îran û Tirkiyeyê li ser şerê li Helebê daxuyaniyeke hevbeş da

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îran Tirkiye Şerê li Helebê Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrên karên derve yên Tirkiye û Îranê li Enqereyê paytexta Tirkiyeyê civiyan.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî piştî civîna xwe daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) 27ê Çiriya Paşîn êrişî parêzgehên Heleb û Îdlibê yên Sûriyeyê kir.

Di encama wan êrişan de HTŞyê gelek deverên Heleb û Îdlibê kontrol kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di kongreyeke çapemeniyê ya hevbeş de got:

“Şerê ku li Sûriyeyê dest pê kiriye ji ber pirsgirêkên ku beriya 13 salan nehatine çareserkirin derketiye.”

Hakan Fîdan her wiha anî ziman:

“Em rê nadin ku rêxistinên terorê ji rewşê sûdê wergirin.

Tirkiye û Îran li ser nehiştina PKK, YPG û PJAKê hevnêrîn in.”

Hakan Fîdan diyar ku ew divê bi Îranê re li dijî PKK û PJAKê polîtîkayeke zelal bimeşînin û da zanîn:

“Di mijara ku bi temamî rêxistin ji herêmê were paqijkirin de nêrîna Tirkiye û Îranê hevbeş e.

Her wiha êdî em naxwazin li qadê ji bo pratîkkirina vê nêrînê dereng bimînin.

Armanca me ew bû ku Hikûmeta Sûriyeyê bi rêya diyalogê bi mixalefetê re pêvajoyekê bi pêş bixe.

Sedema destpêkirina şerê niha jî encama wê yekê ye ku 13 sal in pirsgirêk nehatine çareserkirin.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî jî da zanîn:

“Pêwendiyên komên terorê yên li Sûriyeyê rasterast bi rejîma Siyonîst re hene.

Êrişa li ser Helebê ji bo me nîgeranker e û yekparçeyiya axa Sûriyeyê dixe metirsiyê.”

Eraqçî her wiha diyar kir ku bi Tirkiyeyê re nakokiyên wab hene û got:

Hebûna nakokiyan xwezayî ye. Em di mijara Libnanê de bi Tirkiyeyê re xwedî nêrîneke hevpar in.”

Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir ku bêîstiqrariya Sûriyeyê projeya Îsraîlê ye.

Şerê li Heleb û Îdlîbê

27ê Çiriya Paşîn komên girêdayî Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) êrişî parêzgehên Îdlib û Helebê kir.

Komên çekdar 27-28ê Çiriya Paşîn ji rojavayê Helebê ber bi navendê ve bi lez bi pêş ketin, 30ê Çiriya Çaşîn piraniya navenda Helebê bi dest xist.

Komên çekdar 30ê Çiriya Paşîn navçeya Xan Şêxûnê kontrol kir û bi vê yekê tevahiya parêzgeha Îdlibê ket bin kontrola komên çekdar.

Li hinek herêman jî di navber HSD û komên çekdar de şer û pevçûnê dijwar derdikevin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst