Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Edeneyê polîsan bi qasî 2 milyon dolarên Amerîkî çek firotine çeteyan.
Li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê, polîsên li ser navê xizmên xwe dikana firotina çekên nêçîrê vekiriye û bi vê rêyê çekên ku ji Birêvebiriya Ewlehiyê dizîne firotine çeteyan.
Li gorî medyaya Tirkiyeyê, polîsan çekên ku firotine wekî di dema rahênanê de hatine bikaranîn nîşan dane.
Piştî operasyona li dijî Çeteya Baygaralar, endamên çeteyê di lêpirsînê de li xwe mikur hatine ku wan çek û cebilxane ji polîsan kirîne.
Piştî ku polîsê bi navê O.K. jî li xwe mikur hatiye ku çek firotine çeteyan, Birêvebiriya Ewlehiyê ya Edeneyê li ser bûyerê Birêvebiriya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ku navenda wê li Enqereyê ye agahdar kir.
Li ser agahdarkirinê Serokê Daîreya Komandayên Taybet ji Enqereyê diçe Edeneyê û lêpirsînê bi rê ve dibe.
Di lêpirsînê de hat tesbîtkirin ku çekên Birêvebiriya Ewlehiyê ya Edeneyê firotine Çeteya Baygaralar ku yek ji çeteyên tawanan a herî mezin a Tirkiyeyê ye.
Polîsan jî di îtirafên xwe de qebûl kiriye ku çek û cebilxane firotine çeteyê.
Bi 2 milyon dolaran çek firotine
Li gorî zanyariyan bi qasî 7 milyon lîreyan ku dike zêdeyî 2 milyon dolarên Amerîkî, 250 hezar guleyên 9 mm, 20 hezar guleyên 7,62 mm û 250 bombeyên destan firotine çeteyan.
Piştî lêpirsîn û lêkolînan polîsan bi ser hejmareke zêde ya navnîşanan de girt û dest danî ser 150 bombeyên destan û hejmarek êlegên gulenebir.
Di operasyonê de polîsan bi ser ofîsa parêzerê Çeteya Baygaralar de girt û parêzerê çeteyê jî desteser kir.
Parêzgariya Edeneyê derbarê dizîna çekên asayîşê de ragihand ku di operasyonê de 11 gumanbar hatine desteserkirin lê derbarê firotina çekan a Çeteya Baygaralarê de ti delîl bi dest neketine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse