Muxtarên 2 taxan pev çûn: Kuştiyek û birîndarek

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Emetê ya parêzgeha Kutahyayê ya Tirkiyeyê, muxtarên 2 taxan pev çûn.

Di encama pevçûna muxtaran de kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Li gorî îdiayan, ji ber ‘deynan’ di navbera muxtarê taxa Hamamê Harun Kara (38) û muxtarê taxa Kaplicayê Mehmet D. de nîqaş derket.

Bûyer li çayxaneya Mehmet D. rû da.

Hat îdiakirin ku Mehmet D. gule li Kara û Îsmaîl Akgunê kebabçî reşandine û reviyaye.

Li ser agadarkirinê, tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê her du birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Emetê.

Muxtar Harun Kara, tevî hemû midaxeleyan canê xwe ji dest da.

Akgul jî piştî mudaxeleya ewil ji bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Evliya Çelebî ya Zanîngeha Kutahyayê hat şandin.

Gumanbarê ku reviyaye ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.