Desteya Hilbijartinan zanyariyên li ser hilbijartinên şaredariyan belav kirin

02-12-2023
RÛDAW
Nîşan Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê Hilbijartinên Şaredariyan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê rojjimêra hilbijartinên şaredariyan ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kir.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê şeva borî bi daxuyaniyekê rojjimêra hilbijartinên xwecihî yên navçe û parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê belav kir ku dê 31ê Adara 2024an were kirin.

Li gorî rojjimêra hilbijartinan 2yê Kanûna Paşîna 2024an navê wan aliyên siyasî dê were belavkirin ku mafê wan heye beşdarî hilbijartinan bibin.

11ê Kanûna Paşîna 2024an aliyên siyasî dê lîsteyên berbijêrên xwe pêşkêşî Desteya Bilind a Hilbijartinan bikin.

27ê Kanûna Paşîna 2024an ji bo diyarkirina cihên berbijêran li ser pisûleyên dengdanê tîr û pişk dê were avêtin.

31ê Kanûna Paşîna 2024an roja dawî ya pêşkêşkirina lîsteyên navên berbijran e.

Demjimêr 17:00ê 20ê Sibata 2024an roja dawî ye ku aliyên siyasî di nav lîsteya berbijêrên xwe de navê berbijêrê serokên şaredariyên bajarên mezin, endamên encûmenên bajarên mezin û serokên şaredariyên parêzgehan destnîşan bikin û pêşkêş bikin.

Roja 3ê Adara 2024an Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê lîsteya dawî ya berbijêrên şaredariyên parêzgeh û navçeyan belav dike.

Herwiha 21ê Adara 2024an propagandeya hilbijartinên xwecihî dest pê dike û demjimêr 18:00ê 30ê Adara 2024an bi dawî dibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst