Li Parlamentoya Tirkiyê daxwaza lêkolîna dayîna welatîbûnê bo endamên DAIŞê hat redkirin

02-12-2022
RÛDAW
Li Parlamentoya Tirkiyê daxwaza lêkolîna dayîna welatîbûnê bo endamên DAIŞê hat redkirin
Li Parlamentoya Tirkiyê daxwaza lêkolîna dayîna welatîbûnê bo endamên DAIŞê hat redkirin
Nîşan Parlamentoya Tirkiyê DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rawestandina mal û milkê 17 kes û 4 kompanyayan li Tirkiyê bi tohmeta dabînkirina çavkaniyên darayî bo DAIŞê bû sedema nîqaşan û daxwaza lêkolîna dayîna welatîbûnê bo endamên DAIŞê hat redkirin.

Piştî ku roja Pêncşemê 1ê Kanûnê biryar di Rojnameya Fermî de hat belavkirin, Koma ÎYÎ Partiyê li Parlamentoyê bi nivîsekê fermî daxwaz kir ku derbarê pêdana welatîbûnê bo endamên DAIŞê û avakirina kompanyayan ji aliyê wan kesan ve li Tirkiyê bê lêkolînkirin ku bo DAIŞê çavkaniyên darayî ne.

Parlamenterê ÎYÎ Partî Dursun Ataş got, “Rêxistineke terorîstî ku li Tirkiyê gelek çalakiyên xwînavî yên terorî kirine û bi hêsanî vekirina kompanyayan û tevgera darayî ji aliyê kesên ku peywendiya wan bi vê rêxistinê re hene valahiyeke mezin a ewlehiyê ya eşkere ye. Tişta ji wêya jî metirsîdar; ji 17 kesên ku peywendiya wan ligel DAIŞê hatiye tesbîtkirin, 4 jê kirine welatiyê Tirkiyê.”

HDPê jî piştgiriya pêşniyaznameya ÎYÎ Partiyê kir û dibêje; hikûmeta Tirkiyê ji bilî ku şerê DAIŞê nake, belkî ji bo berjewendiyên xwe wek amûrekê bikar tîne.

Wekîla Seroka Koma HDPê Meral Daniş Beştaş anî ziman, “Hûn dikarin her roj di rojnameyan de van nûçeyan bibînin. Ez qet navê Îham Bali ji bîr nakim. Kesekî ji ber bombe avêtiye mitînga me ya 5ê Hezîranê, derbarê wî de biryara lêgerînê heye, lê dikana wî li Kilisê heye. Li cihê ku polîs wî bigre, rê jê re tê vekirin ku bazirganiyê bike. Belê desthilat li cihê ku dijî DAIŞê têkoşîn bike wan bikartîne. Em dizanin ku niha ew bo artêşa azad ya Suriyê OSO şandine û di nav OSO de ligel artêşa Tirkiyê operasyonê dikin.”

Ew 17 kesên ku navên wan di lîsteyê de hebûn û bi tohmeta dabînkirina çavkaniyên darayî bo DAIŞê mal û milkê wan hatin rawestandin, yek jî jê li Tirkiyê ji dayik nebûye. Ji bilî ku yek kes Iraqî ye, yên din hemû Sûrî ne. Pêşniyaza ÎYÎ Partiyê bi dengên AK Partî û MHPê hat redkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst