Beştaş: DAIŞiyên ku keçên Êzdî direvînin û wan difroşin li Enqerê dijîn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş li Parlamentoya Tirkiyê derbarê DAIŞiyên li Tirkiyê de diyar kir ju desthilat rê dide wan ku bi asanî bijîn û bazirganiyê bikin û got "Endamên DAIŞê bi awayekî asan dikarin bibin hemwelatiyê Tirkiyê. DAIŞiyên ku keçên Êzdî direvînin û wan difroşin li Enqerê dijîn û nehatin girtin."

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş roja Pêncşemê 1ê Kanûna 2022ê li Parlamentoya Tirkiyê derbarê pêşniyarnameya lêkolîna li ser DAIŞiyên li Tirkiyê dijîn axivî.

Beştaş amaje bi wê yekê da ku berî niha jî wek HDP wan ev mijar gelek caran anîne rojeva parlamentoyê lê desthilata AKP û MHPê di vê mijarê de ti bersivek nedaye wan.

Serokwekîla Grupa HDPê Meral Daniş Beştaş “Endamên DAIŞê bi awayekî asan dikarin bibin hemwelatiyê Tirkiyê. Ev di demekê de ye ku hemû cîhanê qebûl kiriye DAIŞ li dijî mirovatiyê sûcdar e û ji bo rûbirûbûna wê hevpeymaniya navdewletî hatiye avakirin. Ez dixwazim pirs bikim ji bo çi? Cûdahiya DAIŞê çi ye? Belê di nav nêzîka 5 milyon koçberên li Tirkiyê de cûdahiya DAIŞiyan heye. Hun dikarin di rojnameyan de van nûçeyan bibînin. Ilham Bali ez qet navê wî ji bîr nakim. Kesekî ji ber bombe avêtiye mitînga me ya 5ê Hezîranê ye derbarê wî de biryara lêgerînê heye lê dikana wî li Kilisê heye. Li cihê ku polîs wî bigre rê jê re tê vekirin ku bazirganiyê bike. Dîsan DAIŞiyên ku keçên Êzdî direvînin û wan difroşin li Enqerê dijîn û nehatin girtin. Belê desthilat li cihê ku dijî DAIŞê têkoşîn bike wan bikartîne. Em dizanin ku niha ew bo artêşa azad ya Suriyê OSO (Artêşa Azad a Sûriyê) şandine û di nav OSO de ligel artêşa Tirkiyê kar dikin.”