RAPIRSÎ - Metropoll: Dengên AKP û MHPê dadikevin

02-12-2022
RÛDAW
Nîşan Rapirsî Metropoll AKP MHP HDP CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Metropollê ya meha Mijdarê, rêjeya dengên AKPê piştî 6 mehan û yên MHPê piştî 5 mehan daketin.

Encamên rapirsiya Kompanya Metropollê ya meha Mijdara 2022ê hat eşkerekirin. Li gor encamên rapirsiyê rêjeya dengên AKPê piştî 6 mehan daketine û bûne %29.6, yên CHPê %20, HDP %10.3, IYI Partî %9.1, MHP %6.7, partiyên din %4.4 û %19.1 jî gotine em “bêbiryar in”.

Piştî ku rêjeya welatiyên bêbiryar li ser partiyan li gor rêjeya dengên wan tên belavkirin, dengên partiyan wiha ne:

AKP: %36.5

CHP: %24.7

HDP: %12.7

IYI Partî: %11.2

MHP: %8.2

Yên din: %6.7

Rêveberê Kompanya Metropollê Ozer Sancar dibêje, du sedemên daketina rêjeya dengên AKPê û MHPê hene. Ozer Sancar got: “Yek ew e, ku bandora zêdekirina mûçeyan a di meha Temûzê de nema. Mirov dîsan di dibara jiyanê de zehmetiyan dikşînin. Amarên fermî kêm nîşan didin, lê enflasyona mehane derdora %10-15 ye. Desthilatê mûçe %40 zêde kirin. Lê vê yekê têre 4 mehan kir. Bandora zêdekirinê nema. Mirov ji ber debara jiyanê û bêperebûn dinalin.”

Li gor Sencar, sedema duyem jî serdana AKPê bo HDPê û piştgiriya MHPê bo serdanê bû. Sencar ragihand: “Piştî serdana HDPê û piştgiriya MHPê kesên Kemalîst ji her du partiyan dûr ketin. Ew niha bêbiryar in. Rêjeya bêbiryaran meha par %12 bûn, vê mehê gihişte %19an.”

Li gor rapirsiyê, %41.5ê beşdarvanan serdana AKPê bo HDPê nerênî dibînin û %29.8 jî erênî dibînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst