Li bajarê Samsun ê Tirkiyê teqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bendera Samsunê ya Tirkiyê dengê teqînekê hat bihîstin û dûmana reş bilindî esman bû. Piştî teqînê li cihê bûyerê şewat derket. Medyaya fermî ya Tirkiyê ragihandiye, tankeke sotemeniyê teqiyaye lê sedema teqînê nehatiye aşkerekirin.

Li gor medyaya fermî ya Tirkiyê, îro serê sibê di tankeke sotemeniyê ya li Bendera Samsunê de ji ber sedemeke nediyar teqînek çê bûye. Piştî teqînê agir bi tankerê ket û di demeke kurt de dûmana reş bilind bû.

Ekîbên agirvemirandinê û tîmên hewarçnê bo cihê bûyerê hatine şandin.

Hejmareke zêde ya polîs û hêzên ewlekariyê jî çûne cihê bûyerê û bi zêdekirian tedbîrên ewlekariyê, derbarê bûyerê de lêkolîn dan destpêkirin.

Parêzgarê Samsunê Zulkif Daglî ji ajansa fermî ya Tirkiyê re ragihandiye, di saet 11.15an de li Bendera Samsunê ji ber germkirina tankeke sotemeniyê ya ku têde rûnên çopê yên ku ji keştiyan tên hilanîn, teqînek pêk hatiye.

Zulkif Daglî diyar kir ku di encama teqîna tanka sotemeniyê de şewat derket, lê piştî demekê ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve agir hat kontrolkirin.

Parêzgarê Samsunê destnîşan kir, di bûyerê de ti ziyanên canî çênebûne.