Wezîrê nû yê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê sond xwar

02-12-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê nû yê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Nureddin Nebatî li Encûmena Giştî ya Parlamnetoya Tirkiyê sond xwar.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan duh 1ê Kanûna 2021an daxwaza dest jikarberdanê ya Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyê Lurfu Elvan pesend kir û li şûna wî ew post da cîgirê Elvan, Nureddin Nebatî.

Nureddîn Nebatî piştî vê biryara Erdogan îro 2ê Mijdara 2021an li Encûmena Giştî ya Parlamnetoya Tirkiyê sond xwar û bi awayekî fermî dest bi postê xwe yê nû kir.

Nurettin Nebatî li ser daxistina rêjeya faîzê nêrînek hevbeş ligel serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan heye.

Lutfî Elvan piştî destjikarberdana zavayê Erdogan Berat Albayrak bibû Wezîrê Xezînê û Darayî yê Tirkiyê, ev demê salekê bû ew post birêvedibir. Berî niha daxuyaniyeke Lutfî Elvan a derbarê faîzê de wek hebûna nakokiyan di navbera wî û Serokkomar de hat şîrovekirin.

Niha çav li ser wê ne ku piştî guherîna wî wezîrî dê çi guherînek di aboriya Tirkiyê de çêdibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst