Pervîn Buldan li gel balyozên Yekîtiya Ewropayê civiya

02-12-2021
RÛDAW
Nîşan Pervîn Buldan HDP Deklarasyona HDPê Nikolaus Meyer-Landrut
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li gel balyozên welatên YE civiya û doza Kobanî, doza girtina HDPê, krîza aborî û dawîn pêşhatên siyasî yên li Tirkiyê mijarên sereke yên civînê bûn.

Serokê Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Balyoz Nikolaus Meyer-Landrut duh li Enqerê merasîmeke xwarinê saz kir û Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Hevserokê Komîsyona Peywendiyên Derve ya HDPê Hişyar Ozsoy jî di merasîmê de amade bûn.

Di çarçova wê merasîmê de Hevseroka HDPê Pervîn Buldan li gel balyozên welatên Yekîtiya Ewropayê civiya.

Li gor daxuyaniya HDPê, doza Kobanî, doza girtina HDPê, rewşa aborî û dawîn pêşhatên siyasî yên li Tirkiyê di civîna Pervîn Buldan û balyozên welatên Ewropayê de hatin gotûbêjkirin û Buldan têkildarî van mijaran bersiva pirsên balyozan da.

Pervîn Buldan di civînê de amaje bi wê kir ku HDP li ser zêdekirina hêza xwe berdewam e û tekez kir ku partiya wê wek aktoreke sereke di siyaseta Tirkiyê de, di vê qonaxa guherîna siyasî ya ku “welat pêwîstî” pê heye de, dê roleke girîng bilîze.

Krîza aborî ya li Tirkiyê jî yek ji mijarên civînê bû û Buldan proje û bernameya HDPê ya li ser vê mijarê jî bi balyozan re parve kir û herwiha di civînê de egera hilbijartineke pêşwext jî hat gotûbêjkirin.

Hevseroka HDPê amaje bi berdewamiya girtina Selahattîn Demîrtaş jî kir û diyar kir ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên ji bo azadkirina Demîrtaş nayên cîbicîkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst