Xwîşka Selahedîn Demîrtaş: Jiyana birayê min di metirsiyê de ye

02-12-2019
RÛDAW
Nîşan Aygul Demîrtaş Selahedîn Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwîşka Selahedîn Demîrtaş, ragihand ku birayê wê li girtîgehê bo demeke dirêj ji ber ku bêhn wernegirtiye, ji ser hişên xwe çûye û lê tevî wê yekê jî ji bo nexweşxaneyê nehatiye veguhastin û metirsî li ser jiyana wî heye.

Aygul Demîrtaş,  xwîşka Selahedîn Demîrtaş derbarê rewşa tenduristiya birayê xwe de li ser Twîtterê daxuyaniyek belav kir.

Aygul Demîrtaş ku di heman demê de parêzera wî ye, ragihand ku birayê wê Selahedîn Demîrtaş roja 26ê Mijdarê, derdora demjimêr 05.30an ji ber sedemên bêhntengbûn û wernegirtina henaseyê, ji ser hişên xwe çûye û demeke dirêj bi wî awayî maye.

Xwîşk û parêzera Demîrtaş ragihand ku yekem midaxele ji aliyê Abdullah Zeydan ve hatiye kirin û got, “Piştre ambulans hatiye xwestin û tenê EKG hatiye kirin.” Aygul Demîrtaş diyar kir, pîzişkê girtîgehê jî daxwaz kiriye ku Demîrtaş bo beşên kardîyolojî, norolojî û gastroenterelojiyê bê veguhastin. Aygul Demîrtaş dibêje ku wan jî daxwaza rakirina wî bo nexweşxaneyê kirine û diyar dike, “Lê tevî ku 7 roj jî derbas bûne ji bo nexweşxaneyê nehatiye veguhastin. Tevî vê nexweşiya metirsîdar jî, ranekirina wî bo nexweşxaneyê tê wateya ku jiyana wî di bin rîskê de tê hiştin.”

Xwîşka Selahedîn Demîrtaş di dewama daxuyaniya xwe de dibêje, “Dîlgirtina birayê min tê xwestin bê veguherandin bo destwerdaneke li ser jiyana wî. Em naxwazin fikra neyîniyeke biçûk jî li ser jiyana wî bikin û berpirsyarên wê yekê jî nikarin ji bin derkevin. Em rewşê ji nêzîk ve dişopînin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst