Taner Yildiz: Em bi rêkeftina Hewlêr û Bexdayê keyfxweşin

02-12-2014
Taner Yildiz
Taner Yildiz
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw)- Wezîrê Enerjiya Tirkiyê, Taner yildiz di derbarê rêkeftina ku îro di navbera Hewlêr û Bexdayê de  keyfxweşiya xwe anî ziman.

Yildiz di bersiva pirseke peyamnêrê Rûdawê de got, wan di serî de heta niha daxwaz ji hemû aliyan dikirin ku li ser berjewendiya hemû Iraqê li hev bikin.

Taner yildiz herwiha ji Rûdawê re ragihand ku ewê di rojên pêş de serdana Bexdayê bike û wezîrê petrola Iraqê jî wê di van du rojan de serdana Tirkiyê bike

Wezîrê Tirkiyeyê li ser hevkirina Hewlêr û Bexdayê wiha got:

 

“Me di serî de digot Bexda û Hewlêr wê dahatên xwe parve bikin û emê jî piştgiriya Iraqê bikin. Gellek dewlet li dijî vê sîstemê derdiketin. Tirkiyê bi tena serê xwe ev sîstem meşand. Îro jî em dibînin ku Hewlêr û Bexda gorî berjewendiyên xwe vê sîstemê dipejirînin û li hev dikin. Ev yek ji bo herêmê cihê keyefxweşiyê ye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst