Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê ji 20 kesên ku hatibûn desteserkirin, 4 kes hatin girtin û 16 kes bi mercê kontrola edlî hatin berdan.
Li Stenbolê 30 Çiriya Pêşînê, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de, 20 kes bi hînceta di “xebatên rêxistinî û ciwanan ên PKKyê de cih girtine” li wî bajarî hatin desteserkirin.
Piştî ku kesên hatîn destesekirin şandin Koşka Dadweriyê ya Stenbolê û îfedeya wan ji aliyê dozgeriyê ve hat wergirtin, 8 kes bi daxwaza bên girtin û 12 kes jî bi daxwaza şertê kontrola edlî bên berdan, şandin dadgehê.
Îro li Dadgeha Cezayê Sulhê, bi biryara dadgehê 4 kes hatin girtin û 16 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse