Li Stenbolê zarokeke 6 salî ya xelkê Rihayê hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê keçeke 6 salî ya xelkê parêzgeha Rihayê, ji aliyê kesekî 49 salî ve hat kuştin.
Li navçeya Şîşliyê ya Stenbolê keçeke 6 salî ya bi navê Şirîn Elmas Hanilçi ya xelkê parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê winda bû.
Di encama lêgerîna polîsan de duh bi êvarî termê Şirîna 6 salî li Goristana Ferikoyê di çalekê de hat dîtin.
Piştî dîtina termê wê lêpirsîn hat destpêkirin.
Di encama lêpirsînê de hat dîtin ku herî dawî Şirîn tevî kesekî bi navê M.O. yê 49 salî ku karê berhevkirina qertunan dikir çûye nav goristanê.
Paşê ew kes hat desteserkirin.
M.O. di îfadeya xwe de got, “Şirînê ji min pere xwest û min jî nedayî wê lê Şirînê dest ji min berneda û bêhna min teng kir.
Min jî ew xeniqand û li goristanê xist nav çalikê û qirşik avêtin ser wê.”
Îro termê Şirîna 6 salî piştî karên otopsiyê radestî malbata wê hat kirin.
Li gorî agahiyan malbata Şirîn Elmasê piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan yên Mereşê ji Rihayê koçberî Stenbolê bûye.