Li Îzmîrê operasyona YPG û PYDyê: 12 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di operasyoneke ku navenda wê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyeyê hat kirin de li 5 parêzgehan 12 kes bi hinceta YPG û PYDyê hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê li bajarên Îzmîr, Ordu û Antalyayê yên Tirkiyeyê û parêzgehên Wan û Agiriyê yên Bakurê Kurdistanê bi operasyoneke hemwext bi ser çend navnîşanan de girt.

Di operasyonê de li her 5 parêzgehan 12 kes bi hinceta ku berê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê beşdarî çalakiyên YPG û PYDyê bûne hatine desteserkirin.

Tîman her 12 kesên desteserkirî birin birêvebiriyên ewlehiyê.