Ew niha 66 salî ne: Piştî 30 salî ji girtîgehê hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Mehmet Emîn Sosin û Asim Demîr ên ku 30 sal in di Girtîgeha Girtî ya Tîpa L ya Gîresûn-Espiye de girtî ne, hatin berdan.

Mehmet Emîn Sosin û Asim Demîr her du jî 66 salî ne û piştî 30 salî ji girtîgehê hatin berdan.

Sosin li ber girtîgehê ji aliyê xizmên xwe ve hat pêşwazîkirin û hat dîtin ku ew dema dimeşe zehmetiyan dikişîne û bi gopal dimeşe.

Mehmet Emîn Sosin ji aliyê xizmên xwe ber bi Edeneyê ya ku malbata wî lê dimîne hat birin û Demîr jî ber bi navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi rê ket.

Sosin û Demîr sala 1993yan hatin girtin û cezayê muebetê li wan hat birîn

Mehmet Emîn Sosin sala 1993yan li navçeya Hezexê ya Şirnexê hat desteserkirin û ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê (DGM) ve bi îdiaya “xirabkirina yekîtiya dewletê” cezayê heta hetayê lê hat birîn.

Sosin ê ku li gelek girtîgehan ma, di lîsteya girtiyên nexweş ên giran ên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digirt.

Asim Demîr jî sala 1993an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê hat desteserkirin û bi heman hincetê ji aliyê Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Amedê ve cezayê heta hetayê lê hat birîn.