Malbatek hatibû şewitandin: Gumanbar mûçe werdigire

02-11-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Mûşê ji malbateke 9 kes hatibûn kuştin û ji wan 7 zarok bûn / Wêne: Arşîv
Li Mûşê ji malbateke 9 kes hatibûn kuştin û ji wan 7 zarok bûn / Wêne: Arşîv
Nîşan Malbata Vartînîsê Doz Bulent Karaoglu Mûş
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Rûniştineke din a doza malbata Kurd a Vartînîsê li bajarê Kirikkaleya Tirkiyeyê bi rê ve çû.

Li gundê Vartînîsê yê navçeya Tîlê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê, 3ê Çiriya Pêşîn a 1993yan ji heman malbatê 7 jê zarok, 9 kes hatibûn kuştin.

Ji wê qirkirinê tenê keçika malê Aysel Ogut rizgar bû ku wê şevê ew li malê nebûye.

Bi gotina Aysel Ogutê tawanbarê sereke fermandarê cendermeyan yê wê demê yê Tîlê Bulent Karaoglu ye.

Dadgeha Cezayê ya Kirikkaleyê 21ê Îlona 2021an di rûniştina yekemîn de biryar dabû ku Bulent Karaoglu bê girtin lê heta niha nehatiye girtin.

Piştî 28 salan, 21ê Îlona 2021ab Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê ji bo take gumanbarê qetlîamê fermandarê cendirmeyan yê navçeya Dêrxasa Mûşê yê wê deme Bulent Karaoglû biryara girtinê da.

Gumanbar hîn jî nehatiye girtin

Lê Bulent Karaoglu hin jî nehatiye desteserkirin.

1emîn Dadgeha Cezayê ya Kirikkaleyê rûniştineke din a doza malbata Vartînîsê bi rê ve çû.

Derket holê ku take gumanbarê komkujiyê Bulent Karaoglu  ji dewletê mûçeyê malnişîniyê werdigire.

“Bulent Karaoglu ferman da”

Endama Malbatê Vartînîsê Aysel Ogut ji Rûdawê re got:

“Bulent Karaoglu bi xwe got ez têm û ez dê gundê we bişewitînim. Dora mala bavê min de girtin, wî mal da terîfkirin. Wî herkes da kuştin, qatilê malbata min Bulent Karaoglu ye. Ew kesekî xwînmij e û Xweda Teala li vê dinyayê qet rehetiyê nede wî.”

“Ji dewletê mûçe werdigire”

Parêzê malbatê  Ozturk Turkdogan eşkere kir ku Karaoglu mûçeyê malinişîniyê werdigire û got

“Hewlên serokê  dadgehê ji bo peydakirina tawanbarî girîng in, ji ber ku serokê dadgehê di derbarê tawanbar de hem biryara girtinê derxistibû hem jî biryara buletan sor derxistibû.

Niha jî  ku dadgehê zanî tawanbar hîn jî mûçeyê malnişîniyê distîne. Ez ditirsin ji ber dem sere derbas bibe ev doz hileweşe.”

Piştî doza 1ê Çiriya Paşîna îsal şanda dadweran biryar da ku doz taloqî 4ê Kanûna Pêşîn bê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst