HEDEP: Girtina Huda Kayayê tola Kobaniyê ye

02-11-2023
Nîşan Huda Kaya HDP HEDEP Girtin Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – HEDEPê li ser girtina Huda Kayayê got, “Bêhêvîbûna kesên ku digot ‘Kobanî ha kat, ha dikeve’ veguherî hestên tolhildanê.”

Parlamentera berê ya HDPyê ya Stenbolê Huda Kaya di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hat girtin.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), girtina Huda Kayayê bi salvegera Roja Kobaniyê ya Cîhanî ve têkildar kir.

HEDEPê di daxuyaniya xwe de bertekeke tund nîşanî girtina Huda Kayayê da û got:

“Êriş û zextên we yên ku bi salan e berdewam dikin, em ji rêya dûr me nexistin. Îro jî ev êriş me ji rêya me nake.”

“Girtina Huda Kayayê polîtîkayên tolhildanê ne

Beşeke daxuyaniya HEDEPê bi vî awayî ye:

“Huda Kaya tim bi nasnameya xwe ya parêzvaniya gel hat nasîn û rêhevala me ti carî li ber zextên serdestan serî netewand.

Girtina Huda Kayayê polîtîkayên tolhildanê ne ku li hemberî partiya me û siyaseta me tên meşandinê.

Huda Kayayê gelek caran xwest bi parêzerê xwe re, ji bo doza ku li ser navê wê hatiye vekirin îfadeyê bide lê dozgeriyê îfadeya wê negirt.

“Kemîn li berê hat danîn

Huda Kaya ji bo bernameyekê diçû ji derveyî welêt lê li Balafirgeha Stenbolê wekî ku qaçaxek be kemîn li ber wê hat danîn.

Huda Kaya 1ê Çiriya Paşînê Roja Kobaniyê ya Cîhanî hat girtin. Ev yek ne tesaduf e.

Bêhêvîbûna kesên ku digot ‘Kobanî ha kat, ha dikeve’ veguherî hestên tolhildanê.

Bi salan e bi van hestan êrişî gelê Kurd û partiya me dikin. Doza Kobaniyê jî encameke vê yekê ye.

Girtina Huda Kayayê ya di roja Kobaniyê de êrişa li hemberî nasnameya jinê ye.

AK Partiyê bi salan ji 28ê Sibatê sûd wergirt, yek ji mexdûrên wê demê jî Huda Kaya ye ku îro wê mexdurtir dikin.

Desthilat dixwaze nasnameya mihafezekar a rêzdar a ku di kesayeta Kayayê de pêş ketiye, ceza bike. Ev bêexlaqî ye.

“Ji bo şerên li erdnîgariyên din hêsiran dirijînin”

Desthilat û berdevkên wê, ji bo şerên li erdnîgariyên din hêsiran dirijînin û xwe wekî ‘hevalên bindestan’ nîşan didin.

“Helbet dê rojekê dawiya ve zilma we bê”

Lê desthilat bi hemû hêza dewletê, zilm û zordariya mezin li Kurdan û bindestan dike.

Em careke din diyar dikin, êriş û zextên we yên ku bi salan e berdewam dikin, em ji rêya dûr me nexistin. Îro jî ev êriş me ji rêya me nake.

Hun çiqasî êriş bikin em dê ewqasî xurt bibin. Hûn çiqasî me bigirin, em dê ewqasî zêde bibin û helbet dê rojekê dawiya ve zilma we bê.

Em bangî her kesî dikin ku li hemberî helwestên desthilatê yên takekesî û nehiqûqî bisekinin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst