Li Stenbolê 11 kes hatin desteserkirin, hincet YPG ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyeyê, îro bi hinceta “endamtiya PYD/YPGyê” 11 kes hatin desteserkirin.

Tîmên Şaxa Teror û Îstixbaratê yên Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê, îro serê sibehê li 10 navçeyên Stenbolê bi ser 13 malan de girt.

Tîman bi hinceta ku li Rojavayê Kurdistanê “di nav PYD/YPGyê” mane 11 kes desteser kirin.

Her 11 kesên desteserkirî birin Rêveberiya Ewlehiyê Stenbolê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl, çalakvan û piraniya caran jî siyasetmedarên Kurd desteser dikin.