Civîna Komîsyona Têkel ya derbarê Semra Guzel de hat paşxistin

02-11-2022
RÛDAW
Nîşan Semra Guzel Komîsyona Amadekar ya Komîsyona Têkel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Amadekar ya Komîsyona Têkel ku ji endamên Komîsyonên Destûra Bingehîn û Edaletê pêk tê civîna xwe ya derbarê berdewamnekirina Parlamentera HDPê Semra Guzel de bo 8ê vê mehê paşxist.

Komîsyona Amadekar bi armanca wergirtina parastina Parlamentera HDPê ya Amedê Semra Guzel ku 6 caran beşdarî civînên Lijneya Giştî ya Parlamentoya Tirkiyê nebûye  2ê Mijdara 2022ê civiya û biryar da ku ev civîn bo 8ê Mijdara 2022ê bê paşxistin.

Li gor zanyariyan di civînê de Parlamenterê HDPê yê  Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî ji bo parastina Semra Guzel daxwaza zêdekirina demê kiriye û ev daxwaz hatiye nirxandin. Herwiha yek ji endama Komîsyona Amadekar Parlamentera HDPê ya Stenbolê Zuleyha Gulum jî ji ber tûşbûna Coronayê beşdar nebûye. Di civînê de şert û mercên hene hatine nirxandin û biryar hatiye dayîn ku civîn bo roja Sêşemê 8ê Mijdarê bê paşxistin.

Di doznameyê de dozger bo Parlamentera HDPê bi hinceta “endamtiya rêxistina çekdarî ya terorê” ji 7 sal û 6 meh heta 15 sal cezayê girtîgehê hatiye xwestin.

Semra Guzel di hilbijartinên 24ê Hezîrana 2018an de wek parlamentera HDPê ya Amedê hatibû hilbijartin. Semra Guzel ji ber dîtina çend wêneyên wê di telefona yek ji endamên PKKê Volkan Bora de ku di êrîşeke artêşa Tirkiyê canê xwe ji dest dabû, parêzbendiya wê hatibû rakirin û girtin, lê Guzel derbarê wan wêneyan de gotibû, “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst