Wezîrê Dadê yê Tirkiyê serdana HDPê kir

02-11-2022
RÛDAW
Nîşan Bekir Bozdag HDP Serdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê li ser projeyasaya  destûrê  ya derbarê hîcabê de serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kir. Wekîla Serokê Firaksiyona HDPê ragihand ku ew dê piştî şêwra ligel Encûmena Rêveberiya Navendî helwêsta xwe ya li ser vê pêşniyara AKPê bi raya giştî re parve bikin.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekîr Bozdag, Wekîlê Serokê Firaksiyona Ak Partiyê Mustafa Elîtaş û cîgirê Serokê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz îro 2ê Mijdara 2022ê derbarê projeyasaya hîcabê de, piştî serdanên xwe yên bo CHP û ÎYÎ Partiyê serdana, serdana Grûba Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî kir.

Di serdanê de berdevka HDP Ebru Gunay û wekîlên serokê firaksiyona wê partiyê Meral Daniş Beştaş û Saruhan Oluç pêşwazî li wê şanda AK Partiyê kirin.

Wekîla Serokê Firaksiyona HDPê Meral Daniş Beştaş piştî serdanê ragihand ku ew dê di encama şêwra ligel Rêvebiriya Navendî ya partiya xwe de hewêsta xwe ya derbarê pêşniyara AKPê de bi raya giştî re parvebikin û got “Derbarê azadiya cilûbergan, hîcab û mafên jinan de helwêsta me zelal e. Lê di serdemek wiha de em dê biryareke çawa werbigirin, em dê li ser vê bi encûmenên xwe re bihev re biryarê bidin.”

Salên dûr û dirêj in li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê mijara girêdana hîcabê yek mijarên siyasetê ye. Serokê CHPê meha borî ragihandibû ku ew dê maddeya derbarê girêdana hîcabê bi temamî ji destûrê rakin, lê Serokkomarê Tirkiyê li beramber vê daxwaz serokê CHPê daxwaza bi temamî guhertina destûra bingehîn ya Tirkiyê kiribû.

Ji ber ku di destûra niha Tirkiyê de ku piştî Derbeya leşkerî ya 1982ê hatiye nivîsîn de dihat gotin jinên ku karmendên hikumî bin divê di dema kar de serê wan vekirî be û nabe ku hîcabê girêbidin. Tevî ku AK Partiyê di bin navê paketa demokratîkbûnê de sala 2013an de ev hevok ji destûrê rakir û sererast kir jî lê ji wê dîrokê ve nîqaşên li ser girêdana hîcabê li Tirkiyê bidawînebûne û berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst