Rapirsî: Di navbera Demîrtaş û Îmamoglu de 1 xal heye

02-11-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya Lêkolînan ya  Asalê derbarê berbijêrê opozîsyona Tirkiyê de rapirsiyek kiriye û li gor wê rapirsiyê di rêza yekem de beşdarvan dibêjin bila Serokê Giştî yê CHPê bibe berbijêrê Serokkomariya Tirkiyê. Di navbera hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş û Serokê Şaredariya Stenbolê ya CHPê Ekrem Îmamoglu de derdora 1 xal ferq heye.

Di şertûmercên asayî de hilbijartinên giştî dê di Hezîrana 2023ê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin ku di wê hilbijartinê de serokkomar jî tê hilbijartin.

Berbijêrê desthilatê Serokkomarê niha yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e, lê opozîsyonê hîn jî berbijêrê xwe yekalînekiriye, lê Kompanyaya Lêkolînan ya  Asalê derbarê berbijêrê opozîsyona Tirkiyê di hilbijartinên bê yên Serokkomariyê de rapirsiyek kiriye.

Ew rapirsî di Cotmeha îsal de ligel 2 hezar û 312 kesan hat kirin. Di rapirsiyê de ji kesên beşdar hatiye pirsîn “Divê di hilbijartinên 2023ê de berbijêrê Tifaqa Millet kî be?"

Bi rêza yekem ji sedî  22.8ê beşdarvanan gotine divê  Serokê Giştî yê  CHPê Kemal Kiliçdaroglu berbijêrê serokkomariyê be.

Li beramber de ji sedî 20.4ê beşdarvan dibêjin bila Serokê Şaredariya CHPê yê Enqerê Mansur Yavaş bibe berbijêr Serokkomariyê.

Seroka ÎYÎ Partiyê jî ku ji kesên diyar yên opozîsyonê û bi taybet Tifaqa Millet e ji sedî 7.6ê beşdarvanan ligel wê yekê ne ku ew bibe berbijêra Serokkomariyê.

 Ji sedî 6.8 dibêjin bila Serokê Şaredariya Stenbolê yê CHPê Ekrem Îmamoglu bibe berbijêr bo postê Serokkoamriyê.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş ku ji sala 2016ê ve di girtîgehê de ye, ji sedî 5.3ê beşdarvanan jî dibêjin bila di hilbijartinên bê de Demîrtaş bibe berbijêrê posta serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet tevî ku partiya wî ne di nav wê hevpeymaniyê de ye.

Ji sedî 0.9ê beşdarvanan dibêjin bila Serokê Partiya Demokrasî û Pêşveçûnê Alî Babacan bibe berbijêr.

Ji sedî 0.7ê beşdarvanan dibêjin bila Serokê Partiya Memleket ku di hilbijartinên 2018ê de berbijêrê CHPê yê posta Serokkomariyê bû careke din bibe berbijêr ku wê demê li beramber Erdogan têkçûbû.

Herwiha di nav bijardeyên rapirsiyê de Abdullah Gul jî hebû ku di sala 2007ê de ji AK Partiyê bibû serokkomar û heta 2014ê li ser wî erkî mabû. Ji sedî 0.3ê beşdarvanan dibêjin bila Gul bibe berbijêrê posta serokkomariyê yê Tifaqa Millet.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst