Bahçelî hebûna Kurdistanê înkar kir: Cihek bi navê Kurdistanê nîne û qet nabe jî

02-11-2021
RÛDAW
Nîşan MHP Devlet Bahçelî Kurdistan Sêrt IYI Partî Meral Akşener
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, wek helwêsta xwe ya her car, îro careke din hebûna erdnigariya Kurdistanê înkar kir û ragihand, “Di nav sînorên Tirkiyê de cihek bi navê Kurdistanê nîne.”

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener, roja Pêncşemê 28ê Cotmehê serdana Sêrtê û navçeya Misircê li Bakurê Kurdistanê kiribû û li nav bazara bajêr geriyabû.

Li navçeya Misircê ya ser bi parêzgeha Sêrtê ve, di dema serdana esnafan de welatiyekî ji Serokê ÎYÎ Partiyê Meral Akşener re gotibû, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev Kurdistan tê înkarkirin.”

Ew bûyera li Sêrtê û bikaranîna navê Kurdistanê ji aliyê welatiyekî Kurd ve û  nîşandana Sêrtê wek beşek ji axa Kurdistanê, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bû rojeveke germ û ji bilî welatiyan, berpirsan jî li ser mijarê axivîn.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, îro Sêşemê 2ê Mijdara 2021an di civîna fraksyona partiya xwe ya di parlamentoya Tirkiyê de, têkildarî bûyera li Sêrtê û bikaranîna navê Kurdistanê bertek nîşan da.

Bahçelî, hebûna cihek bi navê Kurdistanê înkar kir û got, Di nav sînorên Komara Tirkiyê de cihek bi navê 'Kurdistan' nîne û dê qet nebe.

Bahçelî navê Kurdistanê û bikaranîna wê wek “fitne” bi nav kir û ragihand, eger hewce bike ew dê xwe bidin kuştin lê bi ti awayî rê nadin dewleta wan, Tirkiye parçe bibe. Serokê MHPê got, “Em dê bi bedenên xwe li hemberî fitneya Kurdistanê li ber xwe bidin û wek gurên boz li ber wan bisekinin.”

Devlet Bahçelî herwiha rexneyên tund li Seroka IYI Partiyê Meral Akşener girt ku bi gotina wî nekariye li hember bikaranîna peyva Kurdistanê, bersivekê bide.

Li ser vê yekê Bahçelî dibêje, “Seroka IYI Partiyê çûye Sêrtê. Li hember buxtana ‘Ev der Kurdistan e’, nikarîbû tenê gotinekê jî bibêje. Şerm li we be. Di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de cihek bi navê 'Kurdistan' nîne û dê qet nebe.”

Serokê Giştî yê MHPê ji ber helwêsta CHPê ya derbarê tezkereya operasyonên derveyî sînor de jî, ew partî bi tundî rexne kir û diyar kir, “Em dê li her derê herêma xwe rûyê rastî yê CHPê bibêjin. Em dê qala tifaqa wê ya bi HDPê re û qutkirina têkiliya wê ya bi Gazî Mustafa Kemal Ataturk re bikin. Em dê diyar bikin ku CHP veguheriye çi û çawa ji çavkaniya xwe qut bûye.”

Bahçelî destnîşan kir: “CHP’ê ku destê HDP’ê girt, ji berdewamiya têkoşîna li dijî terorê re got na. Heger pêşnûmaya qanûnê ya Iraq û Sûriyê wek ku CHP û HDP dixwestin bihata redkirin, dê leşkerên tirk vekişiyana. CHP ne tenê li cihê şaş ê dîrokê rawestiyaye, li dijî Tirkiyê jî cih girtiye."

Bahçelî amaje bi hilbijartinên 2023an jî kir û diyar kir ku ji bo hilbijartinên 2023'an weke partî wan dest bi xebatên xwe kirine û tekez kir, ew dê li hemû bajaran bigerin.

Çi bûbû?

Seroka IYI Partiyê Meral Akşener, roja Pêncşemê 28ê Cotmehê serdana Sêrtê û navçeya Misircê kiribû û li nav bazara bajêr geriyabû.

Li navçeya Misircê di dema serdana esnafan de welatiyekî ji Meral Akşener re got, “Em Kurd in, zimanê me tê înkarkirin, nasnameya me tê înkarkirin, Kurdistan tê înkarkirin. Cihê hûn niha lê ne Kurdistan e, lê li parlamentoyê ev `Kurdistan` tê înkarkirin.”

Piştî van gotinan ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê ve bi tometa `propagandaya rêxistina terorê` lêpirsîn derbarê wî welatiyê bi navê Cemîl Taşkesen de hatibû desteserkirin û Taşkesen di saetên sibeha 29ê Cotmeha 2021an de li mala xwe hatibû desteserkirin.

Cemîl Taşkesen piştî ku îfadeya wî hatibû wergirtin ku bi propagandaya terorê hatibû tometbarkirin, di saetên êvara heman rojê de hatibû azadkirin

Piştî berdanê, wî hemwelatiyê Kurd ji peyamnêrê Rûdawê Maşallah Dekak re behsa diyaloga xwe ya li gel Akşener û dema girtina xwe kir û got: “Li emniyetê ji min pirs kirin, `ev der ku der e?`, min jî got, `ev der Kurdistan e, yên li vê derê dijîn Kurd in, çanda me, dîroka me, hebûna me û her tiştê me Kurd û Kurdistan e.”

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst