ROJEVA TIRKIYÊ - Operasyonên derveyî sînorê Tirkiyê

02-11-2017
Rêbaz Enwer
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojeva Tirkiye Operasyon Şaredarî PYD Soçî
A+ A-

Erdogan: Em her hazir in ji bo operasyonên derveyî sinor


Serokomarê Tirkiye Recep Tayîp Erdogan careke din eşere kir ku ew him li Surî, him jî li Iraqê her amade ne ji bo operayonên derveyî sînor. Erdogan di vegera xwe ya ji Azerbeycanê pirsên rojnamegeran bersivandin. Serkomarê Tirkiye anî ziman ku ji bo operasyoneke li hemberî Efrînê ew amadekariyên xwe dikin. Her wiha Erdogan da zanîn ku li İraqê jî ew amade ne ku operasyonên leşkerî pêk bînin. Erdogan ragihand ku wî bi Ebadî re meseleya PKK li derdora Şingalê bi berfirehî gotûbêj kiriye û jê re gotiye ji bo hemû midaxale û operasyonan ew amade ne.


Manşetên Têkildarî vê Mijarê


Star: Ji bo têkoşîna bi terorê re em li benda kesî namînin


Erdogan ragihand ku PKK hewl dide ku Şingalê veguhezîne Qendîla duyem û ew jî ji bo kur ê li vê yekê bigirin li benda Bexdayê namînin. Erdogan got piştevaniya Îdlibê, Efrînê jî di nava xwe de bi cî dike û got ew her amadene ji bo operasyonên li derveyî sînor.


Akşam: Hevkariya bi Rûsyayê re wê bi Efrînê jî berdewam be

Milliyet: Pêşmerge wê biçe

Akit: Pêkan e ku em her dem operasyona derveyî sînor dest pê bikin.

Vatan: Em nahêlin ku dakevin Behra Spî

Milat: Em amade ne ji no operasyonan


Butçeya 2018an ya Tirkiye tê gotûbêjkirin û li Parlemena Tirkiye nîqaşên tund li serê berdewam dikin. Herwiha partiyên dijbeeyê bertekên xwe nîşan didin.


Mijara Şaredariyan


Di gotara Erdogan de mijareke din aa ku ji alî medyayê ve girîngtirîn hatiye dîtin jî mijara destjikar berdana şaredaran bû. Erdogan got heke gotibûya ku gef li min têne xwerin me ew bi tenê nedihişt. Mebest şaredarê Balikesîrêbû ku gotibû gef ji bo ku ez îstifa bikim l imin têne xwarin. Herwiha Erdogan da zanîn ku hemû şaredarî di binê şopandina wan de ne û bang li partiyên din kir da ku ew jî li hemberî şaredariyên xwe weke wan tev bigerin.


Manşetên Têkildarî vê Mijarê


Hurriyet: Divê ew jî tişta pêwîst bikin

Erdogan ragihand ku di derbarê şaredariyên partiyên din de jî gelek tişt têne guhê wî û got heke ew partî bixwe nekevin nava xebatê wê Wezareta Dadê tişta pêwîst bike û sînyala operasyonên li hemberî şaredariyên partiyên din jî da.

HaberTurk: Destnedayî nînin

BirGun: Operasyona destjikarberadniê dê bigihîje wezîran

Di operasyona şaredaran de 3 navçeyên mezin ên Stenbolê û 7 bajarên mezin di dorê de ne. Li gorî agahiyên ji kûlîsan, di çarçoveya hilbijartina serokê parlementoyê de guhertina lijneya wezîran jî di rojevê de ye.


Vexwendina PYD bo Soçî


Yek ji mijarên ku di nava medya Tirkiye de cihekî fireh ji xwe re dibîne jî vexwendina PYDê ye ji bo Kongreya Gelên Sûrî ku wê li Soçî ya Rûsyayê birêve biçe. Tirkiye wê yeke weke durutiya Rûsan bi nav dike. Herwiha Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin got ew nayê qebûlkirin û medya jî eleqeyê bi vî rengî bi mijarê dide.


Manşetên Têkildarî vê Mijarê

Ortadogu: Ew jî Durutiya Rûsan e


Osman Kavala Hate Girtin


Karsaz Osman Kavala û xwediyê Kavala Holdîng bi tometa ku raperîna Gezîyê fînanse kiriye û piştevaniya rêxistinên derasayî kiriye hate girtin.


Manşetên Têkildarî vê Mijarê

Cumhuriyet: Bêhiqûq û hevnegirtî


Manşetên Din


Ozgurlukçu Demokrasî: Serefraziya mirovahiyê


Rojname çalakiyên ku bi mebesta 1ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hatine lidarxistin kiriye manşet û serkeftina Kobanê weke serkeftina mirovahiyê bi nav dike.


Korkusuz: Xelk dîsa birçî ye dîsa birçî ye

Sozcu: Komara Mexdûran

Dîrîlîş Postası: Ji 8 Hezar PKKyî yên li Sûrê 4 hezarê wan amerîkî ne

 

Rapirsî


Piştî damezrandina Partiya Baş cara yekem anketek hate kirin û encamên balkêş derketine. Li gorî anketa ku ji aliyê Gezîciyê ve hate kirin rêjeya dengên Partiya Baş nêzikî 20 ji sedî bûye.


Encam wiha ne: AKP: 43.8 CHP 18.5 MHP: 8.8 HDP: 7 Partiya Baş: 19.5


*Serokwezîrê Tirkiyê diçe Amerîka


Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim di 7ê mehê de seferekê bo Amerîkayê dike. Heta 11ê mehê Yildirim dê li Amerîkayê hin komcivînan pêk bîne li ser pêwendiyên herdû aliyan.


UNESCO: Di 10 salan de 930 rojnameger hatine kuştin


Li gorî UNESCOyê di navbera 2006-2016an de li cîhanê 930 rojnameger hatine kuştin û ji van jî tenê kuştina ji sedî 10ê wan hatiye zelalkirin. Li gorî wê saziyê welatên herî metirsîdar jî Meksîka û Afxanistan e.


Xwendekarên Girtî


Li gorî rojnameya Cumhuriyetê, wezareta dadê ragihandiye ku di girtîgehên Tirkiye de 70 hezar xwendekar têne ragirtin. Hejmara xwendekarên ku têne darizandin zêdeyî 100 hezarî ye. Di girtîgehan de jî derfet bo wan nîn in ku karibin ji dersên xwe bixebitin.


Çalakiyên Bo Ocalan


Çalakiyên ku ji bo gumanên li ser rewşa Ocalan hatibûn destpêkirin  berdewam dikin. Li stenbolê nexşerêyek hate ragihandin da ku wê du hefteyan li vî bajarê çalakiyên cûrbecûr bêne lidarxistin. Di vê navê de 700mîn serlêdana bo hevdîtina Ocalan jî bê bersiv ma.


*Îstismarkirina Zarokan


Li gorî Komeleya Têkoşîna Li Hemberî Îstismara Zarokan û Parastina Mafên wan dide zanîn ku Tirkiye li cîhanê di warê îstismarkirina zarokan de di rêza sêyem deye.


*Êrîş li Hemberî Girtiyên Nexweş


Li gorî îdiayan girtiyên nexweş yên ku li Girtîgeha Menemen a Îzmirê têne ragirtin rastî êrîşa gardiyanan hatine. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst