Ji bo Fîgen Yuksekdag cezayê girtîgehê derket

Navenda Nûçeyan – Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag bi 10 meh cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin.

 

Dadgeha 16emîn a Tawanan a îro sêşemî 2ê Mijdara 2016, cezayê girtîgehê bo Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) birrî.

 

Dadgehê bi tohmeta encamdana propagandayê bo rêxistina terorîstî, cezayê 10 meh girtîgehê ji bo Fîgen Yuksekdag diyar kir.

 

Dozgeriya Komarî ya Tirkiyê ji ber beşdarbûna Yuksekdag di merasîma bîranîna endama MLKPê, Yasemin Çiftçi de, derbarê Yulsekdagê û 7 kesên din ên beşdarê merasîmê de lêkolînê dabû destpêkirin û bi tohmeta “pêkanîna propagandayan bo rêxistina terorîstî” daxwaza 5 sal hebsê ji wan re kiribû.

 

Îro çarşemî 2ê Mijdara 2016, Fîgen Yuksekdag li pêş Dadgeha 7emîn a Cezayên Giran a Edeneyê amade bû û bergirî li xwe kir.

 

Li gorî agaghiyan, Yuksekdag di bergirînameya xwe de, ragihand, ku wê nezaniye ku Yasemîn Çiftçi endama MLKPê bûye û ew tenê ji ber sosyalîstbûnê çûye ser qebra Çiftçi.

 

Yuksekdag herwiha got, ku di merasîmê de ti sloganên bo piştgiriya rêxistina terorîstî nehatin gotin û ji dadgehê daxwaza beraetê kir.

 

Di dawiyê dadgehîkirinê de, dadgehê ji bo her yek ji Fîgen Yuksekdag, Selahattin Pişkinbaş, Dilek Keskin, Soner Geçgel, Hasan Kose, Meriç Solmaz û Murat Akinci, bi tohmeta “encamdana propagandayan bo rêxistina terorîstî”, 10 meh cezayê girtîgehê diyar kir.

 

Sala 2012, Yasemin Çiftçi di encama teqîna bombeyeke destî de û di temenê 25 saliyê de hatibû kuştin. Piştre di 13ê Şibat a heman salê de, Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag û 40 kesên din li ser qebra endama MLKPê Yasemîn Çiftçi û di merasîma bîranîna wê de amade bibûn.