Omer Ocalan: Eger Pirsa Kurd hatiba çareserkirin dê welat bibûya model

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Omer Ocalan Pirsa Kurd Devlet Bahçelî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan got, "Eger Pirsa Kurd hatiba çareserkirin, dê welat ji Rojhilata navîn re bibûya model."

Piştî peyama Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî ya derbarê aştiyê de ji aliyê DEM Partiyê ve jî li pey hev daxuyanî tên dayîn.

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Omer Ocalan li Parlamentoya Tirkiyeyê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Piştî daxuyaniyan pirsa "Gelo pêvajoyeke nû ya çareseriyê dest pê dike?" hat rojevê.

Omer Ocalan bal kişand ser pêvajoya aştiyê û diyar kir ku salên 2015-2016an ji bo AK Partiyê girîng bûn û hikûmetê di vê serdemê de pêvajoya çareseriyê û lihevkirina bi Kurdan re da aliyekî.

Her wiha Ocalan anî ziman ku ev nêzikî 9 sal in li ser çaresernekirina Pirsa Kurd israr tê kirin û ev yek hîn jî didome.

"Dê welat ji Rojhilata Navîn re bibûya model"

Li aliyê din, Ocalan got ku dê kengî parlamento guh bide vê pirsê û wiha pê de çû:

"Yek ji karên herî giring ên ku AK Partiyê di desthilatdariya xwe ya 22 salan de kiriye, ew e ku rê li ber gotûbêjkirina Pirsa Kurd a ji aliyê raya giştî ya welêt ve vekiriye.

Ev gaveke mezin bû, serkeftineke mezin bû, mixabin heta dawiyê neçû.

Eger di wê demê de Pirsa Kurd hatiba çareserkirin niha welat dê li xaleke gelekî cuda bûya.

Dê welat ji Rojhilata Navîn re bibûya model."

Bahçelî bi destê parlamenterên DEM Partiyê girt

Heyama 28emîn a Parlamentoya Tirkiyeyê doh dest pê kir.

Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP) Devlet Bahçelî ku bi berdewamî di gotarên xwe de gefan li DEM Partiyê û parlamenterên wê dixwe û wan wekî "dûvelankên terorê" bi nav dike, dema ku Komcivîna Giştî ya Parlamentoyê bi dawî hat, çû serdana rêzên DEM Partiyê.

Bahçelî destê xwe da Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û silav li wî kir.

Ev helwesta Devlet Bahçelî bû rojev.

"Divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin"

Bahçelî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê mijarê de wiha bersiv da:

"Em dikevin serdemeke nû. Dema ku em li cîhanê aştiyê dixwazin, divê em aştiyê li welatê xwe misoger bikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst