LÊKOLÎN - Meyla Kurdan li ser kîjan tifaqê ye?

Hewlêr (Rûdaw) – Kompanyaya lêkolînan a raya giştî ya Spectrum Houseyê li ser meyla dengdêrên Kurd a ji bo pêkanîna tifaqên hilbijartinê lêkolînek kir.

Li gorî lêkolîna Spectrum Houseyê, ji sedî 56ê beşdaran erênî dibînin ku DEM Partî û CHP di hilbijartinên pêş de bi hev re tevbigerin û ji sedî 34,5 jî naxwazin her du partî bi hev re bin.

Li ser pirsa “Eger CHP û DEM Partî di hilbijartinên pêş me de bi hev re tevbigerin hûn vê yekê çawa dinirxînin?” ji sedî 59ê beşdarên CHPyî gotiye erênî ye, ji sedî 16,1an gotiye gelekî erênî ye, ji sedî 11,2yan gotiye neyînî ye û ji sedî 4,3an jî gotiye gelekî neyînî ye.

Li ser heman pirsê, bersiva ji sedî 52,1ê beşdarên ku dengê xwe daye DEM Partiyê jî erênî bû, ya ji sedî 17,2yan gelekî erênî bû, ya ji sedî 16,2yan neyînî bû, bersiva ji sedî 4,9an gelekî neyînî bû û her wiha ji sedî 9,6ê beşdaran jî bê biryar bûn.

Li ser pirsa “Hûn dixwazin di hilbijartinên bên de DEM Partî bi kîjan partiyan re tifaqê bike?” ji sedî 38,2yan gotiye bi CHPyê re, ji sedî 10,9an gotiye bi AK Partiyê re, ji sedî 9,3yan gotiye bi TÎPê re, ji sedî 3yan gotiye bi  Partiya Refahê re, ji sedî 1,9 gotiye bi HUDA PARê re, ji sedî 1,6an gotiye bi DEVAyê re ji sedî 0,7an gotiye bi Partiya Paşerojê re.