Girtiyê Kurd ê nexweş li girtîgehê mir

Hewlêr (Rûdaw) - Girtiyê Kurd ê nexweş Abdulkadir Kudayê ku tevî nexweşiyên xwe nedihat berdan li girtîgehê koça dawî kir.

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk raporek derbarê Abdulkadir Kuday amade kiribû û hişyarî dabû ku ew roj bi roj ber bi mirinê ve diçe.

Abdulkadir Kudayê li girtîgeha Metrîsê ev 5 sal bûn nedikarî herê nexweşxaneyê.

Abdulkadir Kuday nexweşê ALSê bû wî êdî bi rehetî nedikarî qise bike û malbata wî bi xof û guman, bêçare û destgirêdayî li hêviya berdana bû.

Birayê Abdulkadir Kuday ê bi navê Salîh Kuday îro xebera ne xweş ragihand û got ku birayî li girtîgehê miriye.

Salîh Kuday da zanîn ku ew dê cenazeyê birayê xwe bibe navçeya Qoserê ya Mêrdînê.

Abdulkadîr Kudayê ku xelkê Mêrdînê ye, sala 2014an bi hinceta ku beşdarî çalakiyên Kobaniyê bûye hatibû girtin û cezayê heta hetayê lê hatibû birîn.

Kuday di girtîgehê de nexweş ket û pêşî li nexweşxaneyê teşxîseke xelet lê hat kirin û di encamê de jî ji sedî 98 astengdar bû.

Demeke dirêj tedawiya wî nehat kirin.

Kuday bi serê xwe nedikarî tiştekî bike û ew li gel girtiyekî din ê astengdar dihat ragirtin.

Parêzer Vedat Ece li ser rewşa muwekîlê xwe ji Rûdawê re gotibû:

"Niha rewşa herî lezgîn a muwekîlê min Abdulqadir e. Nikare xwarinê bixwe. Ketiye bin 40 kîloyî.

Nikare were hevdîtina parêzerê xwe. Nikare biaxive. Nikare xwarina xwe daqurtîne.

Li gorî ku Ergîn dibejê tenê goşt li ser maye. Masûlkên wî bi temamî heliyane. Tenê goştê bedena wî maye."

Serokkomar serlêdana efûyê red kiribû

Bijîşkiya dadî û nexweşxaneyan ji bo Kuday rapor dabûn ku rewşa wî ji bo girtîgehê ne guncav e.

Sala çûyî ji bo efûya wî serî li Serokkomarê Tirkiyeyê hatibû dayîn lê Erdogan ew daxwaz red kiribû.

Hezar û 564 girtiyên nexweş hene

Li gorî agahiyên ku Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) parve kirine, hezar û 564 girtiyên nexweş hene.

Ji wan rewşa 590 kesî giran û rewşa wan ji bo girtîgehan ne guncav e.

Dîsa li gorî ÎHDyê, di nava du salan de 94 girtiyên nexweş di girtîgehan de mirine.