RAPIRSÎ - Li Tirkiyeyê valahiya mixalefetê heye

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Lêkolîna MetroPOLLê, di siyaseta Tirkiyeyê de "valahiya mixaleftê" heye.

Kompanya Lêkolînan a MetroPOLLê îlona borî li ser pirsa “Hûn difikirin ku li Tirkiyeyê valahiya mixaleftê heye?” rapirsiyek amade kir û encama wê bi raya giştî re parve kir.

Li gorî rapirsiyê, ji sedî 72yê beşdaran gotiye "Li Tirkiyeyê valahiya mixaleftê heye" û tenê ji sedî 23,1ê beşdaran gotiye “Valahî nîne”.

Her wiha rêjeya herî zêde gotiye valahiya mixalefetê heye di nav dengderên CHP, DEM Partî û ÎYÎ Partiyê de ne.

Di rapirsiyê de ji sedî 81,4ê dengderên DEM Partiyê, ji sedî 75ê dengderên CHPyê, ji sedî 75ê dengderên ÎYÎ Partiyê, ji sedî 72,1ê dengderên MHPyê û ji sedî 65,8ê dengderên AK Partiyê gotiye "Valahiya mixalefetê heye."

Li gel vê yekê ji sedî 4,9ê beşdaran jî gotiye, “Fikra min nîne.”