Polîsan rê neda daxuyaniya çapemeniyê ya HDPyê: Herî kêm 10 kes hatin desteserkirin

02-10-2023
RÛDAW
HDPyê xwest daxuyaniyekê bide
HDPyê xwest daxuyaniyekê bide
Nîşan HDP Operasyon Daxuyanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Stenbolê rê neda ku HDP li pêşiya avhiya xwe daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Li gorî zanyarina herî kêm 10 kes hatin desteserkirin.

Li pêşiya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê teqînek çêbû û hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê piştî wê teqînê îro li bajarên Stenbol û Kirklarelî bi ser gelek mal û navnîşanan de girt.

Di serdegirtina mal û navnîşanan de berpirs û rêveberên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de herî kêm 20 kes hatin desteserkirin.

Li ser vê yekê rêxistinên HDP û YSPyê yên bajarê Stenbolê biryar da ku li hemberî operasyon û serdegirtina malan li Beyogluyê  daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Lê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê berî daxuyaniya çapemeniyê, derdora avahiya HDPê zeft kir û rê neda ku daxuyanî çapemeniyê bê dayîn.

Di navebra berpirsên HDP/YSPyê û hêzên ewlehiyê de alozî derket û polîsan midaxale kir.

Li gorî zanyariyan herî kêm 10 endam û rêveberên HDPyê hatin destesrkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst